Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Okkeş Kava, têkildarî yekitiye neteweyî ya kurdan û êrîşên goristanan ku di demên dawîn de zêde bûne, axivî. Kava, diyar kir ku divê hewldan û armanca hemû kurdan yekitiya neteweyî be û wiha got: “Êrîşên li dijî goristanan û nirxên gelê kurd, ji ber pêknehatine yekitiya neteweyî ye. Ji bo parastina nirxên gelê kurd divê demildest yekitiya neteweyî bê înşakirin. Ji bo vê yekê divê hemû rêxistinên kurdan gav bavêjin.

Divê herkes ji bo yekitiyê israr bike û dengê xwe bilind bike. Ev pêvajo tam jî pêvajoya pêkanîna yekitiya neteweyî ye. Niha li dijî goristanên me êrîş pêk tên. Gelo çima ewqas hêsan êrişî goristanên me dikin? Êrişeke wiha ne di dîn, wijdan, exlaq de heye ne jî di şer de heye. Heke em li ber vê ranebin, wê êrişî nirxên me hemûyan bikin. Yekitiya neteweyî bi qasî nan û avê pêwîst e, û divê em teqez pêk bînin.”

 

MA/WAN