EHALM HECÎ / ANF / ŞENGAL

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Dinayî li ser gorên komî yên dema dawî hatin dîtin, got, “Hinan jî ji tîhna û birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye. Lê dema em van gorên bi vî şêweyî dibînin, hîn bêhtir kîna me li dijî dijminê me zêde dibe.”

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Dinayî li ser gorên komî yên dema dawî hatin dîtin peyivî û got “Em ê heta dawiyê li gel û şehîdên xwe xwedî derkevin. Em amade ne tevahiya xaka Êzîdxanê biparêzin.”

Piştî ku navenda Tel Ezêrê û Sîba Şêx Xidir radestî Hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û asayîşa Êzîdxanê hatin kirin, dema ku şervanan li nava malan lêkolîn dikir, du gorên komî dîtin. Di gorên komî de qurbaniyên ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê jiyana xwe ji dest dayî, hatibûn veşartin. Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Dinayî li ser mijarê axivî.

Em li ser soza şehîdên xwe ne

Dinayî got, hêza wan a YBŞ‘ê li ser esasê parastina hemû axa Êzîdxanê hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Bi vê armancê bi dehan hevrêyên me şehîd bûn. Em li ser soza şehîdên xwe ne. Li ser wî esasî, piştî hatina me ya van herêman gel li navenda Til Ezêrê vedigere. Gelê me niha dikare bi aramî bikeve malên xwe ku 4 salên dawî nekarîbûn bên. Ev yek hem ji bo me hem jî ji bo gelê me cihê dilxweşiyê ye.”

Dinayê da zanîn, piştî ku ew hatin Til Ezêrê wan çend gorên komî dîtine û li ser mijarê got, “Gorên komî ji aliyê şervanên me ve hatine dîtin. Lê heta niha ne diyar e bê ka ev cenazeyên kê ne. Lê dîsa jî xuya ye ku ev termê ku di van goran de ne, yên xelkê civaka me ya Êzîdiyan e. Ji bo kerameta xwe nespêrin çeteyên DAIŞ‘ê xwe di cihên asê mîna hewzên ava malan de veşartine. Lê dîsa jî çeteyan ew kuştine. Hinan jî ji tîhna û birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye. Lê dema em van gorên bi vî şêweyî dibînin, hîn bêhtir kîna me li dijî dijminê me zêde dibe. Em soza xwe ya ji bo parastina civaka xwe dubare dikin.

Ji ber ku ev kesên di van goran de nayên naskirin, em nizanin bê çawa nêzî wan bibin. Dîsa jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di vî warî de hewl dide. Xwe digihîne cihên berpirsyar da ku li van hestiyan xwedî derkevin. Kes û karên wan karibin termên şehîdên xwe ji van goran derxînin û li axa Êzîdxana pîroz careke din veşêrin.”