Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sewqiyata eskerî ya Tirkiyeyê li ser sînor nobetê digirin û dibêjin, ew ê ti demê dest ji axa xwe bernedin. Hevseroka Kantona Girê Sipî Hêvî Îsmaîl jî got: “Heta ev gef û êriş bên sekinandin, em ê li meydanan bin.”
Ev demeke ku Tirkiye ber bi sînorên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve eskeran dişîne û li ser sînor bi cih dike. Yek ji van bajaran jî Girê Sipî ye. Şêniyên Girê Sipî li dijî vê sewqiyatê ev 14 roj in çalakiya nobetê li dar dixin. Li bajarên Kobanê û Serêkaniyê jî çalakiya nobetê didome. Hevseroka Kantona Girê Sipî, Hêvî Îsmaîl diyar kir ku Tirkiye ji bo pêşî li xitimandina siyaseta xwe ya navxweyî veke êrişî gelên Sûriyeyê dike.
Îsmaîl got, “Insan dibêjin çima hûn rabûne ser piyan. Em jî dibêjin, Erdogan gefa li me dixwe. Got, ‘ez ê êrişî Girê Spî û Til Rifatê bikim.’ Em jî li dijî tank û topên wî derdikevin. Em wek gelê Girê Spî vê nobetê digirin. Hin kes dibêjin, tenê Kurd hene, na îro Ereb, Ermenî û Tirkmen jî hene li vir. Çimkî ew jî dizanin kî gefan li wan dixwe û dizanin mesele çi ye û dizanin kî dixwaze çi bike.”
Ew şer ji xwe re felat dibînin
Îsmaîl destnîşan kir ku derdê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got, “Li Tirkiyeyê krîzek pirr mezin a hundirîn heye. Xitimandina siyaseta navxweyî dixwaze veguhezîne derve. Em bi ferastekê re ku di warê siyasî û eskerî de têk çûye, rû bi rû ne. Ev rewşek e ku rûyê wan ê hundir derdixe holê. Di hilbijartina dawî de jî derb xwarin. Bajarên xwe yên herî girîng Stenbol û Enqere winda kirin. Krîza siyaseta hundirîn, dixwazin bi şer biguherînin. Wek navnîşan jî ev pergal kirine hedefa xwe.”
Em amade ne
Îsmaîl got, “Dixwazin vê pergala me tine bikin. Gelê Girê Spî bi vê çalakiya nobetê dibêje, ‘em li vir in.’ Heta ev gef û êriş rawestin, em ê li meydanan bin. Em ji aştiyê re jî ji êrişan re jî û ji diyalogê re jî amade ne. Lê, em ê qet û qet dest ji axa xwe bernedin. Gel yê me ye û axa me ye. Ya ku dikeve ser milê me berxwedan e.”
NAZIM DAŞTAN / MA / GIRÊ SPÎ