Hunerekî li gel vekirî, yekî xelkê bajêr beşdarî gutftogo û çareseriyên civakê bi xwe bike. hunermend Rustem Ezîz serê xwe bi van pirsan êşandiye û li Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi projeyeke beşdarkirina xelkê bajêr ji bo van pirsan li bersivan digere.

TOLHILDAN OZAN / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Hunermend Rustem Ezîz bi armanca hişyarkirina civakê, projeyeke nû ya hunerî ya gel beşdarî guftûgoya çareserkirina pirsgirêkên civakî dike, bi pêş dixe.

Li Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê hunermend Rustem Ezîz û çend hunermendên din projeyek pêşkeş kirin. Proje bi mebesta bipêşxistina civakeke demokratîk û komunal ku karibe guftûgoyan bike û pirsgirêkên civakî çareser bike, hatiye avakirin.

Di projeya Rustem Ezîz de armanc ew e ku huner ji galeriyan bê derxistin, li cihên li gel vekirî bê nîşandan û gel beşdarê huner bibe. Xwediyê projeyê û çend hunermendên beşdar bûne, bi vê rêyê dixwazin gel li beramberî pirsgirêkên civakî hişyar bikin.

Guftugo bike

Li Silêmaniyê tevî ku gelek cihên dîrokî û çandî tên rûxandin, hunermend Rustem Ezîz û hunermendên din ên beşdar, dixwazin civakê li hemberî vê pirsgirêkê jî hişyar bikin û di serê gel de pirsan çêkin.

Guftûgo piranî li ser pirsgirêkên civakî, aborî, çandî û siyasî bi rê ve diçin.  Li cihê ku pêşandana karê hunerî hat lidarxistin pankarta bi nivîsa “Em li vir in, hûn jî werin! Guftûgo bike, beşdar be” hat daliqandin.

Hevbigirin da bi ser kevin

Lewheyeke reş ji bo gel hestên xwe bi gotinekê yan bi hevokekê binivîse jî hat daliqandin. Welatiyekî ku beşdarî vê pêşangeha hunerî bû, li ser lewheya reş “Hunermend hev bigirin da bi ser kevin” nivîsî. Nivîsên li ser lewheya reş tên nîvîsîn wê li cihên ku li xelkê bajêr vekirî ne, werin nîşandan. Projeya dawiya hefteyê dest pê kir, van rojên li pêş me jî dewam bike.

Çareserî û hişyarkirina xelkê

Tekîldarî mijarê xwediyê projeyê Rustem Ezîz daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rustem Ezîz got, ew dixwazin têkildarî mijara, ka civak çawa li pirsgirêkan dinihêre guftûgoyeke civakî bi pêş bixin. Rustem Ezîz diyar kir ku ew hewl didin têbigihêjin ka kesayet û civak dikarin çawa beşdarî van guftûgoyan bibin. Hunermend Ezîz di dawiyê de jî got, ew dixwazin bi rêya hunerî gel beşdarî çareserkirina pirsgirêkên civakî yên wekî siyasî, aborî, çandî û medenî bikin û bi vê rêyê gel li beramberî pirsgirêkên civakî hişyar bikin.

Hunermend Rustem Eziz ê 43 salî, xelkê Silêmaniyê ye. Sala 1993’yan dest bi karê hunerî kiriye û beşa hunerî xwendiye û heta îro jî bi karê huner radibe.