Bajarê Minbicê di nava aramiyê û îstiqrarê de ye. Hêza me bû cihê bîr û baweriya welatiyan, ku bi hezaran kes vegeriyan gund û bajarokên xwe.
ŞÎLAN MIHEMED/ŞERÎF EL-ABO / ANHA / MINBIC
Cigirê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim got ew ê Minbicê ji hemû êrîşan biparêzin. Fermanadariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî gefên dewleta Tirk daxuyanî da û got:”Ji bo parastina bajarê xwe helbet em ê tedbîren bigirin.”
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide mijara Minbicê ji nû ve bixe rojevê. Di demên dawî de rayedarek Tirk daxuyanî da û got, Tirkiye û Emerîkayê dê bi hev re li Minbicê dewriyên hevbeş bimeşînin.
Têkildarî vê mijarê Cigiriê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê (MLM) Ebû Elî Necim got ku gefxwarinên dewleta Tirk ên li ser bajarê Minbicê dubare bûne û wiha peyivî: “Hikumeta AKP’ê bi hinceta bergiriyên ku li bajêr tên girtin bi rêya daxuyanî û îdiayan gefan li Minbicê dixwe.
DAIŞ ji wan re ne tehdît bû
Ev bergiriyên ku Tirkiye behsa wê dike, di dema DAIŞ’ê de jî hebûn çima deng jê derneket? DAIŞ‘ê li Minbic, Cerablus, Bab û Ezazê gelek xendeq û tunel kolandibûn, lê Tirkiye wê demê qala wan tehdîdan nedikir.”
Me gelek şehîd dan
Her wiha Ebû Elî Necim destnîşan kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê gelek şehîd weke şehîd Ebû Leyla, Ebû Emced û gelek şehîdên din dane û got: “Ji bo em bi aramî bijîn me gelek şehîd dan. Em li ser şopa şehîdan dimeşin û ji bo gel bi ewlehî bijî em ê canê xwe feda bikin. Dema me dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kir, me soz da şêniyên bajêr ku em ê wan ji DAIŞ‘ê xilas bikin û me soza xwe bi cih anî û niha jî em li ser soza xwe ne û em ê bajarê xwe ji her êrîşekî biparêzin.”
Parastina bajêr erka me ye
Cigirê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim got, parastina bajêr ji erkên me yên sereke ne û wiha axivî:”Her wiha Koalîsyona Navdewletî bi hebûna xwe li bajêr berdewam e û di navbera me de odayên çalakiyên hevbeş ên taybet bo parastina Minbicê hene.”
Tedbîrgritin mafê meclisê ye
Fermanadariya Giştî ya MLM´ê jî têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Minbicê bi daxuyaniyeke got, mafê meclisê ye tedbîrên parastinê bigire.
Fermandariyê got, “Di demên dawîn de rayedarên dewleta Tirk gef li Meclisa Leşkerî ya Minbicê û digotin, li Minbicê bend ava kirine û xendenk kolane.
Bajarê Minbicê rexmê hemû hewldanên hêzên dijber di nava aramiyê û îstiqrarê de ye. Ji roja yekem a rizgarkirina bajarê Minbicê ji rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê ve me hemû ked da ku aramî û ewlehiyê pêk bînin, her wiha me hemû tedbîrên ewlekariyê girtin da ku rê li ber êrîşên rêxistinên terorîst bigirin. Hêza me bû cihê bîr û baweriya welatiyan, ku bi hezaran kes vegeriyan gund û bajarokên xwe.”
Ne heqê Tirkiyeyê ye
Fermandariyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Rêveberiya Sivîl hemû tedbîran parastinê, li hemû rêyên derketina û ketina bajarê girtine û got, “Mafê me ye em herêma xwe biparêzên û tedbîran bigirin.”
Fermanadariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bal kişand li ser lêkirina dîwar li dirêjahiya xeta sînor û got: “Yên ku xelkê bi lêkirina dîwaran dorpêç dike, ne heqê wê ye ku qala bajarekê bi ewle li derveyî welatê xwe bike.”