Hilberînerên mirîşkan li Iraqê nerazîbûna xwe nîşanî hikûmetê da. Hilberîner li paytext Bexdayê li dijî hikûmeta navendî bi pankartan meşiyan. Çalakgeran ji hikûmeta navendî xwest ku tedbîran bigire da ku hilberîna wan dewam bike. Çalakger dibêjin, ji ber goştê mirîşkên qeşagirtî yê ji Tirkiye û Brezîlyayê bi erzanî dikare bigihîje bazarên li Iraqê û Başûrê kurdistanê, karê wan li ber têkçûnê ye. Axir, em bi bîr bixin ku KCK´ê boykotkirina malên Tirk par ragihandibû, û belkî ev boykot jî bi kêra daxwaza jilberînêrên mirîşkan li Iraqê bê.

 

BEXDA