MIHEMED SEYDÎ/ERSÎN ÇAKSÛ  / ANF/TIL TEMIR

Yek ji cihê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe zêde dike jî bajarê Til Temirê ye ku Asûr, Ereb û Kurd lê dimînin.

Çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2015’an de li ser xeta Xabûrê êrişî gelek gundên Til Temirê kiribû û gelek kes qetil kiribû. Bi mudaxeleya şervanên YPG û YPJ’ê êrişên çeteyan hatibûn şikandin û gelê Asûr ji qetlîamê hatibû rizgarkirin.

Ji Til Temirê heta Hesekê li seranserî Çiyayê Kizwanê (Abdulazîz) 33 gundên Asûran hene. Piştî êrîşên wê demê Asûr neçar man ku koçî herêmên cihê bikin. Piştî ku QSD’ê derbên giran li DAÎŞ’ê da, gelek Asûr vegeriyan gundên xwe.

Jina Asûr a bi navê Jûlîet Gîvarkîs a ji gundê Til Rûmanê diyar dike ku beşekî zêde yê Asûran ji ber qetlîamên Osmaniyan reviyane û hatine herêmê û wiha dipeyive:“ Li vê herêmê li ser xeta Xabûrê 33 gundên Asûran hene. Beşeke zêde ya Asûran di serê sedsala 20’an de ji aliyê Bakur hatin. Di sala 2015’an de dema DAÎŞ’ê êrişî gundên me kir, gelek Asûr hatin qetilkirin û revandin. Ji ber vê gelê Asûr koç kir. Min bi xwe jî koç kir û ez salekê li Hesekê mam.  Dewleta Tirk dibêje ez ê van deran azad bikim? Gelo wê kê azad bikin?  Me heta niha 9 caran koç kir, em ê hê çiqasî koç bikin? Em aştiyê dixwazin. Em gelên herêmê, em hemû yek in.”