33 rewşenbîrên ku 2’ê Tîrmeha 1993’an li Sêwasê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bîranîn. Di bîranînê de hate gotin, ”Eger dest û dilê me nebe yek, em ê li ber keriyê kujeran bibin pariyek.” Çalakiya bîranînê li pêşiya Otela Madimakê pêk hat û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) pêşengî jê re kir. Tevî malbatên şehîdan, nûnerên rêxistinên Elewiyan, parlamenterên HDP û CHP’ê û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî çalakiyê bûn. Girseya gel xwest ji bo bîranînê bimeşe, lê belê Walîtiya Sêwasê destûr neda meşê. Li ser vê yekê çalakger ber bi avahiya Turk Telekomê ve meşiyan ku bi 600 metreyî dûrî Otela Madimakê ye. Çalakiya îsal a bîranînê diyarî doktor û helbestvan Behçet Aysan hate kirin û çalakgeran berdilkên spî li xwe kirin. Girseya gel li cihê ku komkujî lê bû, qurnefîl danî ber otela Madimakê. Li ser navê sazî û dezgehên beşdarî çalakiyê bibûn axaftin hatin kirin û hat xwestin dewlet lêborînê ji Elewiyan bixwaze. Dîsa ji bo komkujiyên bi heman rengî rû nedin bang hatin kirin. Komkujiyên din jî hatin destnîşankirin û hat gotin, ji bo komkujî dubare nebin divê Elewî, demokrat û bindest hevdu bigirin. NAVENDA NÛÇEYAN