KCDK-E destnîşan kir, ku operasyonên hikûmeta AKP’ê yên di dema dawî de li dijî çapemeniya Kurd û mûxalîf tê kirin, êdî baştir tê fêhmkirin ku ji bo nixumandina qirkirina fîzîkî ya dijî gelê Kurd e.
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E da xuyakirin, ku dîktator Erdogan qîma xwe bi girtina 12 qenalên TV, 11 qenalên radyoyê û bi dehan rojname-kovaran naniye, di heman demê de bi bikaranîna derfetên xwe yên polîtîk û ratnê, Med Nûçe û Newroz TV daye girtin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “
Erdogan, tevî hin hêz û dewletên li qada navneteweyî, şîrketa peykê ya bi navê Eutelsatê jî ber bi aliyê xwe ve kişandiye. Xuya ye ev şîrketa Eutelsatê wê li dijî qenalên din ên Kurd heman polîtîkayê bimeşîne. Hedef qirkirin e, beriya qirkirinê bêdengkirina çapemeniyê ye.

Di rewşe heyî de girîng e Kurd bêhtir bi hesasî tevbigerin û dengê xwe bi rengekî rêxistinbûyî bilindtir bikin. Em bang li Kurdan û hemû dostan dikin, ku li her cihê lê ne Eutelsatê protesto bikin, bi rêya e-maîlê nameyên protestoyî bişînin, faksan bişînin, li Fransayê jî li ber avahiya navendî ya Eutelsatê bi rengekî bêdawî çalakiyan lidar bixin.”

BRUKSEL