Kurdistan yek parçeye û hêza gelê Kurdistan a têkoşînê dike jî bûye yêk."Piştî navedana Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê bi berxwedanekî dîrok hate paqijkirin li hemberî gundên hamleya paqijkirinê hat destpêkirin û di çarçoveya hamleyê de gelek gund ji çeteyan hatin paqijkirin. Piştî şoreşa Rojava hate îlankirin êrîşên çeteyên El-Nursa dest pê kirin û li hemberî êrîşan şervanên YPG û YPJ'ê berxwedanek dîrokî li dar xistin. Ligel şervanên YPG û YPJ'ê Şemsî Şîmal jî cih girt û piştî êrîşên li hemberî Kobanê mehek şunda hêzên pêşmergeyan jî tevlî têkoşînê bûn. Ligel şervanên YPG û YPJ'ê Navenda Operasyona Hevpar a Burkan El Firat a ji hin komên OSO pêk dihat jî cih girtin. Ji şervanên Şemsî Şîmal a ku di nav Navenda Operasyona Hevpar a Burkan El Firat de cih digirt Abdulkadîr û ji fermandarên pêşmergeyan Hamîd Dihemgerî li ser serkeftina Kobanê axivîn û diyar kirin ku tenê Kobanê na heya Rojava bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê tê paqijkirinê dê bi şervanên YPG û YPJ'ê re ber xwe bidin.


'Beşdariya berxwedanê ji bo rûmet e'

Ji fermandarên pêşmergeyan Hamîd Dihemgerî diyar kir ku piştî êrîşên giran li hemberî Kobanê pêk hatin li ser biryara Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê derbasî Kobanê bûn û wiha got: "Kurdistan yek parçe ye.Me bi birayên xwe yên leheng ên YPG'î re li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di heman refê de cih girt. Li vir têkoşînek gelek mezin hat dayîn. Rola me jî çêbû. Bi çekên giran me di berxwedanê de cih girt." 

Dihemgerî anî ziman ku bi şervanên YPG û YPJ'ê re li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û ev yêk ji bo wan gelek bi rûmet bû û wiha axivî: "Piştî rizgarkirina Kobanê ji bo gundan rizgar bikin operasyon hatin destpêkirin. Bi taybet li başûr û rojavayê bajarê operasyonên hevpar ên li hemberî çetayn hatin destpêkirin û hin gund hatin azadkirin."


Kurdistan yek e

Dihemgerî da zanîn ku hêza hevpar a li Kobanê pêk hat ji bo yekîtiya neteweya Kurdan gelek girîng e. Dihemgerî bilêv kir ku li hemberî êrîşê li dijî Kurdan pêk tên amadene ku li her qadê şer bikin û wiha pê de çû: "Bila êdî hemû kes baş bizane ku em amadene ku li her aliyê Kurdistanê, li rojhilat, başûr, bakûr û rojava şer bikin. Kurdistan yek perçe ye. Hêz ji bo gelê Kurdistanê têkoşînê dike bûye yêk hêz. Em îro li Kobanê ne lê dibe ku sibê em li Amedê bin, Hesekê bin. Konjektora siyasî çi bêje em dê wê pêk bînin."


KADRÎ OZKAN/DÎHA/KOBANÊ