
Komelgeyî Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) der barê hilbijartinên serokkomarî û parêzgehên Îranê ya di 19’ê Gûlana 2017’ê de daxuyaniyek nivîskî da. KODAR’ê bibîr xist ku di demeke ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe de hilbijartinên Serokamariyê û yên herêmî li Îranê pêk tên. KODAR’ê berxwedana statukoparêziyê li dij guherînê û tirsa ji azadiyan û demokrasiyê dibe sedema mudaxeleya hêzên derve ya ji bo herêmê û ev jî pirsgirêkan kurrtir dike.
Îhtîmala mudaxeleyê zêdetir dibe
KODAR’ê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand; “Bilezbûna qonaxa têkçûna DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê, hatine ser kar ya Donald Trump, bi metirsiyê hisîna welatên Erebî, nîgeraniyên Îsraîl li beramber mûdexeleyên Komara Îslamî ya Îranê li herêmê vê îhtîmalê zêdetir dike ku Îran bibe yek ji xaleke esasî ya qeyran û guhertinên li herêmê. Di rewşeke wiha de îhtîmala mûdexeleyên derve jî zêdetir dibe. Zêhniyeta Komara Îslamî ya Îranê li ser vê bingehê ava bûye ku bê amadekirin û pêkanîna hîmên demokrasiyê di nava Îranê bixwe de, dixwaze li herêmê bibe desthilat. Eşkere ye ku ev daxwaza Îranê, di nava welat de wê rewşeke aloz û metirsîdar saz bike.”
Divê ji rewşa Sûriyeyê dersan derbixe
KODAR’ê got; “Eger wê Komara Îslamî encamên girîng ji qeyranên li Sûriyê tên jiyîn derbixe, divê bê navber û bê ji destdana derfetan û paşçavkirina daxwazên siyasî û hiqûqî yên gelên Îranê û her wiha bi taybet jî daxwazên gelê Kurd ku bi têkoşîna xwe hewl dide desthilatiya navendî kêm bike, divê rola hêzên rewa yên gel zêdetir bike. Herî kêm hemû hewldan divê ji bo pêşîlêvekirineke demokratîk be. Ev jî ancax bi naskirina mafên gelên Îranê, bi taybet jî gelê Kurd, mafê jinan, baweriyan pêkan e.
‘Destguhertina desthilatê ne çareserî ye’
Destguhertina desthilatê rewşê baştir nake û guhertinek ji bo çareseriya welatiyên Îran û gelê Kurd saz nake. Ji bo gihîştina bi demokrasiyê, pêwîst e di aliyekî de fikra totalîter biguhere û di aliyê din de jî esasên desthilat li Îranê bibin hevdeng û paralel bin bi hezên guhertinxwaz re.”
KODAR’ê siyaseta demokratîk pejirandiye
KODAR’ê dewama daxuyaniyê xwe de wiha jî got; “Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li Îranê, di çarçoveyeke exlaqî û teorîk de siyasetek demokratîk û pejirandina mafê gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd weke rêya herî gûncav dibîne. Her wiha berdêla vê rêyê ji ya destwerdana derve jî kêmtir e. Her wiha ji siyaseta li gel derve bi rûken û ji bo navxweyî jî weke mista hesin baştir e. Eger ku ev hişmendiye tenê di nava hêzên guhertinê dixwazin de be, ji aliyê rayedar û pêkhateyên cûda yên desthilata Îranê ve neyê pêkanîn, wê berdêla wê girantir be û nerazîbûnên civakê wê berfirehtir bibin. Di vê çarçoveyê de dikarîn bêjin ku hilbijartinên dema pêş ên Serokkomartiya Îranê wê çarenûsa pêşeroja Îranê eşkere û zelal bike. Wê diyar bibe gelo desthilata Îranê dixwaze heman şêwaza xwe dewam bike yan jî ji bo guhertinên demokratîk wê gav bavêje.”
‘KODAR di xeta 3. de wê rolê bileyize’
KODAR’ê wiha dewam kir: “Di vê çarçoveyê de KODAR wê di pêşxistina xeta sêyemîn de rol bilîze. Em rewşa heyî qebûl nakin û destwerdanên derve jî weke çareserî nabînin. Her wisa em ne şêwazê desthilatdariyê û totolîteriyeke mûhafazakar aqilane dibînin, ne jî alîgirê çareseriya lez û bez ya reformxwazin. Hişmendî, bername û stratejiya karê KODAR’ê gihiştina bi rewşekî demokratîk a fikrekî pir cûda ya reformxwaziya nava Îranê de ne. KODAR di aliyê stratejî de bi esasgirtina modela xwerêveberiya demokratîk di çarçoveya Îranê de û danîna hîmê neteweya demokratîk esas digire.“
Em ji bo çareseriyê amade ne
Eger desthilat bixwaze sîstema xwe ya niha berdewam bike û dijî guhertinên demokratîk bisekine, eşkereye ku wê hem KODAR hem jî hezên guhertinxwaz nebin beşek ji vê. Berovajiyê vê ger desthilat û hêzên tevlî hilbijartinê dibin bi hişmendiyekî temam ji bo peydakirina çareseriyekî demokratîk gav bavêjin û amade bin ku erka xwe ya ji bo demokratîkirina sîstem û heqîqetê pêk bînin, wê hem KODAR û hem jî hêzên din ên guhertinan dixwazin berpirsiyartiyên xwe pêk bînin.
Ji ber vê jî em dibêjin ji bo felaketeke mezin rû nede divê desthilata Îranê, ji bo guhertinên mezin gav bavêje. Ji lewma eger hewldanekî wan yê ji bo guhertinê wê hebe divê hîn ji nihave sînyalên guhertinê bidin û vêya eşkere bikin.”
Nexşerêya daxwazên demokratîk
Di dawiyê de jî KODAR’ê wiha got; “KODAR bi israrkirina li ser xeta sêyem daxwaz ji hêzên tevlî hilbijartinê dibin û desthilata Komara Îslamî ya Îranê dike ku di vê rewşa hestiyar û dîrokî de, li cihê meşandina krîz û mûhendîziyeke siyasî û ewlehî ya civakê ku civakê ber bi felaketeke mezin ve dibe, pêvajoya çareseriya krîz û peyamên aliyên peywendîdar ji bo çareseriyekî demokratîk û bingehîn, esas bigire. Di vê çarçoveyê de KODAR di demek nêzîk de nexşerê û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd û gelên din ên Îranê amade dike û belav dike. Weke encam helwesta KODAR’ê û beşek ji hêzên guhertinxwaz, wê girêdayî amadebûna zêhnî, sîstemî ya hêzên desthilat û yên tevlî hilbijartinê dibine be.”
NAVENDA NÛÇEYAN