HEMED EL-MISTEFA / EHMED EL-ESAF ANHA/REQA

Şêx û rûspiyên êlên Reqayê der barê dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê de nerazîbûnên xwe anîn ziman. Rûspiyan diyar kir ku ew ê li hemberî hemû cûreyên êrişan bê deng nemînin.

Şêxê êla El-Sabxa li gundewarên başûrê Reqayê Şêx Mihemed Tirkî El-Sewan destnîşan kir ku Tirkiyê dixwaze gelek herêmên nû ji Sûriyê bi kiryarên nerewa tev li erdnîgariya xwe bike, dîwarê parçekirinê lê dike.

Xwe li bêdengiyê danîne

El-Sewan diyar kir ku Erdogan sînorên dewleta xwe li pêşiya derbasbûna komên terorîst ji herêmê re vekirine û got, “Tirkiye alîgira sereke ya wan koman e ku derbasî Sûriyê bûne. Ev Nexweşiya dagirkeriyê ne nû ye. Ji sedan salan ve heye. Tirkiye êrişî herêmên din dike û dagirkeriya xwe mîna Lîwa Skenderûnê rewa dike. Dagirkeriya Tirk binpêkirinên xwe der heqê xaka Sûriyê de bi rêya lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê didomîne. Raya giştî û hêzên navneteweyî jî li hemberî van binpêkirinên Tirkiyeyê xwe li bêdengiyê danîne.“

Tevlihevî li herêmê belav dikir

Şêxê êlê, El-Emûr Şêx Mihemed El-Umer jî destnîşan kir ku dîwarê parçekirinê ku Tirkiye lê dike, binpêkirina mafên gelê Sûriyê û serdestiya xaka Sûriyê ye û got, “Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji bo berjewendiyên xwe yên mêtingeriyê destekê dide çeteyan. Dewleta Tirk ti carî piştgiriya gelê Sûriyê nekir, lê belê tevlihevî di navbera gelên herêmê de belav dikir.”

Şêx Mihemed El-Umer di dawiyê de bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlehiyê kir da ku li bangewaziyên gelê Sûriyê guhdarî bikin, ji ber ku li ber çavên wan û tevahiya cihanê xaka Sûriyê tê dagirkirin.