Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku wê rê nedin ti welatekî biyanî li ser xaka Iraqê be û bêyî destûra Iraqê kar û tevger bike. Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku di heman demê de Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê ye doh têkildarî hebûna hêzên biyanî yên li Iraqê daxuyaniyek nivîskî da. Adil Ebdulmedî eşkere kir ku wê rê nedin bêyî destûra Iraqê ti welatek li ser xaka Iraqê kar bike û tev bigere.
Bêyî destûr û kontrol nabe
Adil Ebdulmehdî balkişand ser rewşa ewlehî ya welêt û got:”Em rê nadin ti hêzek biyanî li ser xaka Iraqê bêyî destûr, lihevkirin û kontrola hikûmeta Iraqê kar bike û tev bigere. Qedexe ye bêyî lihevkirinê qet hêzeke biyanî li ser xaka Iraqê çalakî bike. Çi welatekî biyanî be, yan jî welatekî cîran be. Rê nayê dayîn, hêzek Iraqî yan jî ne Iraqî ji derveyî desthilata Fermadariya giştî ya hêzên çekdarî kar bike. Welat ji ber şerê navxweyî û derve di rewşek aloz re derbas dibe û Iraq ji ber wêrankarî û kiryarên terorîstî dinale. Rêxistinên weke Qaîde û DAIŞ’ê beşek ji xaka Iraqê dagirkiribûn û piştre jî ji aliyê artêşa Iraqê, Heşdî Şebî, pêşmerge û heşdî eşîran ve serkeftineke mezin hate bidestxistin.”
BEXDA