Em rê nadin xiyanetê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, yên li Başûrê Kurdistanê ji bo MÎT'ê dixebitin hişyar kir û got, "Me heta niha sebir kir, lê êdî destê kê bikeve xwîna gerîla wê bibe hedefa me."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û li ser rojevê bersiv da pirsan.
Bayik li ser êrişa balafirên artêşa Tirk li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê got; “Ev êriş ne nû ne. Li ser tevgera me û gelê me konseptek tê meşandin. Ji ber vê konseptê timî li ser tevgera me êriş hene, li ser gelê me êriş hene. Hedefa van êrişan jî tesfiyekirina tevgera azadiyê ye û bi vê karibin Kurdan qir bikin. Ji ber ku heta ku PKK tasfiye nekin, nikarin qirkirina Kurdan temam bikin. Ji bo wê him tasfiyekirina PKK'ê hem qirkirina gelê Kurd bi hev re dimeşîne. Hîn bêhtir ji bo armancên xwe pêk bînin, dixwazin gelê Kurd bê Rêber, bê pêşeng, bê siyaset, bê têkoşîn, bê rêxistin bihêlin. Ji bo wê di êrişên wan de bêhtir Rêber Apo heye û tevgera pêşeng heye, kadroyên pêşeng hene, tevgera siyasî heye, rêxistinên wê heye. Li ser van bêhtir disekinin. Ew êrişên ku li Mexmûr, Şengal, qadên medya pêk anîn, girêdayî vê konseptê ye.”
Bayik ji êrişan hem hikumeta başûr hem hikumeta Iraqê hem Neteweyên Yekbûyî, hem Amerîka weke berpirsiyar destnîşan kir û bêdengî jî weke şirîkayî dewleta Tirk anî ziman û got, “Êriş wer ne tenê li dijî Mexmûr, Şengal, hinek qadên medyayê yên parastinê ye. Di şexsê wan de bi temamî li dijî gelê Kurd e. Dixwazin gelê Kurd qir bikin.”
Bayik gotina pêşiyan a Kurdan 'Eger kurmê darê ne ji darê be ew dar nakeve' bi bîr dixe, balê dikişîne ser xebatên istixbarata dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û nexasim jî li ser kesan radiweste bi MÎTê re dixebitin û destê wan di xwîna gerîlla de heye û got, “Li Başûr hinek rêxistinên îstîxbaratê hene. Ew alîkariya MÎT'ê dikin, MÎT bi alîkariya wan van komkujiyan li gerîla dikin. Eger ew alîkariyê nekin, eger sîxuriyê nekin, hevkariyê bi Tirkiyeyê re nekin û wê demê MÎT nikare wer li Başûr bigere, sîxuriyê û casûsiyê bi rêxistin bike û bi rêya wan jî derbê li gerîla bixe…
Ev xiyaneteke mezin e, ne tenê li PKK'ê li Başûr jî li xwe jî xiyaneteke mezin e. Kurd lazim e ti carî ji xwe re esas wernegire. Di nava xwe de jî gelê me yê Başûr sîxuran, MÎT'an, ajanan lazime qebûl neke, li dijî wan bisekine. Ku li gund be ji gundê xwe derxîne, li bajêr be ji bajêr derxîne. Divê di nava xwe de nehêlin. Di vir de dixwazim her kes bi vê zanibe. Me heta niha sebir kir. Me xwest ku rêxistinên Başûr tedbîrê wê werbigirin. Lê belê diyar dibe ku ti tedbîrê wê wernagirin. Di vir de em kê tespît bikin, em diçin ser wan. Paşê van rêxistinan, van partiyana nebêjin PKK însanê me dikuje, nebêje PKK li dijî me siyaseteke pêş dixe. Eger naxwazin însanê wan bên kuştin, wê demê lazim e li însanê xwe xwedî derkevin…” ANF/BEHDÎNAN