Gihandina mirovan a demokrasiyê, şikandina xeleka ji êgir bi şikandina tecrîdê mumkin e. Ji bo siberojên xweş ferz e ku mirov xurt be bi qasî ku ji jiyanê feraxet jî bike. Gava ku dayik û ciwanên Kurdan ber bi mirinê ve diçin, bêdengî xeflet e. Divê ti kes vê xefletê layiqê xwe nebîne.
Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya bi 196 rojan bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guvenê dest pê kir, ji 1´ê Gulanê ve jî bi beşdariya qederê 7 hezar girtiyan li temamê hepsên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewam dike. Ji 30´ê Nîsanê ve koma pêşî ya çalakgeran dest bi rojiya mirinê kir ku îro 31 kes dewam dikin. Yek ji çalakgerên rojiya mirinê jî, Ozhan Ceyhanê li Hepsa Wanê girtî ye. Ozhan Ceyhan ji bo merama xwe bide zanîn, nameyek nivîsî û her wiha helbestên xwe yên bi Kurdî jî bi me re parve kirin. Parêzerê wî Savaş Avcı yekşema bihurî çûbû serdana wî, û wî jî ji me re ragihand ku rewşa Ozhan a sihetê nebaş e, xwîn ji qirika wî tê, laşê wê heliyaye û di îdrara wî de jî xwîn heye. Tevî vê rewşê jî di nameya Ozhanî de hêvî li pêş e û ew ji niha ve serketina nêzîk diyarî dayikên berxwedêr dike.
Di nameya xwe de Ozhan Ceyhan dibêje, “Weke her hevrêya/yê xwe ya/yê ku dît ev tecrîd tinehesibandina rûmeta mirovahiyê ye, nexasim rewakirina mandelkirina gelê Kurd û civaka demokratîk e, û bîreweriya berpirsiyariyê di xwe de kifş kirî, bi lêgerîneke mezin a li hêvî û jiyanê min di vê çalakiyê de cihê xwe girt.”
Ceyhan rojiya mirinê weke “pêvajiya jiyanê” bi nav dike û dibêje, “Weke dilsozên wan kesên bi qasî di ber de bimirin hez ji jiyanê dikin, me dest bi vê çalakiyê kir. Maneya şikestina tecrîdê, hilweşandina zîguratên roja me ya îro û pêkhatina mîmariya jiyana civakî ye. Ev jî bi qasî ku mirov karibe destê xwe ji jiyana fizîkî vekişîne muhim e. Heger em bibêjin, divê bi temamî xwedî lê bê derketin, bê pîroz kirin, ev ê nebe mubalexeyek.”
Xefletê layiqê xwe nebînin
Ozhan Ceyhan bi bîr dixe ku têkoşîna wan ji bo jiyaneke demokratîk û bidestxistina mafên ji wan hatî dizî ye û wiha dewam dike: “Divê bê zanîn ku dema em dixwazin bi ruhê Kemal Pîr bijîn, em xwediyê wê îradayê ne ku bi awayekî amade ji encamê re û bi beşişînê bibezin. Gihandina mirovan a demokrasiyê, şikandina xeleka ji êgir bi şikandina tecrîdê mumkin e. Ji bo siberojên xweş ferz e ku mirov xurt be bi qasî ku ji jiyanê feraxet jî bike û fedakar be. Belê, divê bi awayekî birêxistinkirî, bi hev re û kolektîf em vê rewşê û daxwazên xwe yên heq bi qêrîn ragihînin dinyayê. Gava ku dayik û ciwanên Kurdan ber bi mirinê ve diçin, bêdengî xeflet e. Divê ti kes vê xefletê layiqê xwe nebîne û li mirina mirovan temaşe neke.”
Tecrîd yan wê bişike yan jî wê bişike
Berxwedêr rojiya mirinê Ozhan Ceyhan dibêje, diviyabû mirov li ser rêya heqîqetê bibûyane pinpinîk, wan dizanî ev îradeya mirovan heye û karîne vê derêxin holê. Ew paşê wiha dinivîse: “Di rojaneya jiyana şoreşger de hesab û mihasebe heye. Bîra me ya dîrokî xurt e. Em dikarin gelan bihev bidin hembêzkirin. Ji bo vê jî tecrîd yan wê bişike û yan wê bişike.”
Ozhan Ceyhan hêviya xwe ya ji serketinê jî wiha îfade dike: “Di vê pêvajoyê de ku dayik li pêş in, em dibînin ku encama muhteşem nêzîk dibe. Bila ti kes ji bîr neke, em ne evîndarê mirinê ne, berevajî, ji ber ku em evîndarên jiyaneke bi rûmet in, me bedenên xwe dan ber mirinê. Em serketina nêz jî diyarî dayikên Kurdistanê dikin. Destê her yekê ji wan maç dikim, li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim. Ez serfiraz im ku bi wan re têdikoşim. Ji bo layiqî vê têkoşînê bim ber bi her cûre dawiyê ve jî bi beşişînê li ber xwe didim. Bijî berxwedanên zindanan, bijî berxwedana bi rûmet a dayikan…”
NAVENDA NÛÇEYAN
Ji kezaba berxwedêrekî şiirek
Çalakgerê rojiya mirinê yê li hepsa Wanê Ozhan Ceyhan şiira xwe ya bi navê Hêvî û Jiyan jî bi me re parve kir. Şiira ku 29´ê Nîsanê hatiye nivîsîn jî berxwedanê derdixe pêş. Şiira ku weke pêncbeşekê hatiye sêwirandin, di beşa yekê de ku em bi destnivîsa wî li jêr bi we re parve dikin, têkoşîna azadiyê û dewra Ocalan bi helbestî hatine ristin.