Fermandara YPJʹê ya Helebê Sînor Gelawêj idîayên hêzên rejîmê yên girtina taxên Helebê yên ku YPG/YPJʹê ji çeteyan rizgar kiribûn, derewand û destnîşan kir ku ew hîn sivîlên di taxên rizgarkirî de diparêzin.

Sînor Gelawêj  a ku li taxa Şêx Xidir bû got ku idîayên wiha ji rastiyê dûr in û tekez kir ku herêmên hatine rizgarkirin, ji aliyê hêzên YPGʹê ve hîna tên parstin . Sînor bang li gelê herêmê kir ku idîayên hin derdoran bawer nekin. Sînor Gelawêj têkildarî rewşa welatiyên taxên hatine rizgarkirin jî ev tişt anî ziman: ʺKomên çete taxa Şêx Xidir wekî navendeke stratejîk bikar dianîn û ji vir êrîşî taxên me dikirin. Çeteyan welatiyên herêmê wekî alaveke bazirganiyê bi kar dianîn. Mînaka wê jî jinek ciwan beranberî turekî nan ji bavê wê standin.

Fermandara YPJʹê ya Helebê Sînor Gelawêj da zanîn ku wan li ser banga şêniyên wan taxan tax rizgarkirine û wiha dom kir: ʺWelatiyan dixwestin, em wan ji çeteyên Koalîsyonê rizgar bikin. Me jî banga welatiyan pêk anî. Soza me li ber gelê xwe daye em ê pêk bînin. Em ê hemû pêkhateyan biparêzin, em ê bibin mertalek û parstina hemû pêkhateyan bikin.ʺ

ʹEm taxên rizgarkirî bernadinʹ

Sînor Gelawêj da zanîn ku ew tu carî dest ji taxên hatine rizgarkirin bernadin . Sînor Gelawêj kêfxweşiya şêniyên taxên hatine rizgarkirin wekî zayîna nû bi nav kir û wiha dom kir: ʺŞêniyên wan taxan bawer ne dikirin ku dê rojekê ji kiryarên çeteyan ên dij mirovî xilas bibin. Çeteyan jin beranberî pariyên nan ji welatiyan distendin. Şêniyên wan taxan rizgarkirina xwe wekî zayîna nû bi nav dikin.Jiyana taxê niha hêdî hêdî asayî dibe, welatiyan dema naskirin ku şervanên me ketine taxê rehet bûn, ew dizanin ku şervanên me ji bo tevahiya Sûriyê şer dikin. Careke din ez tekez dibêjim ku taxên Şêx Xidir û Şêx Faris, Heyderiyê, Hulok, Bustan Paşa û Bedîn hîn ji aliyê şervanên me ve têne parastin. Em ji şêniyên xwe re tekez dikin ku heta dawiyê em ê li kêleka wan bimîni û parastina wan bikin.ʺ 


TÎRAST CÛDÎ / ANHA / HELEB