Ocalan: Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa siheta wan bixe tehlûkeyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, siheta wan a aqlî, fîzîkî û ruhî di ser her tiştî re ye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê girtî, di 2’ê Gulanê de bi parêzerên xwe re piştî bi 8 salan hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, metneke ku Ocalan û 3 girtiyên PKK´yî yên li Îmraliyê îmze kirî, gihandin parêzeran. Ev metn û daxuyaniya li ser hevdîtina piştî bi 8 salan doh li Stenbolê ji aliyê parêzerên Ocalan ve hat dayîn. Parêzeran li ser naveroka hevdîtinê agahî nedan, lê Ocalan di metna xwe de got, “Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, pêvajoyeke dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi lihevhatineke kûr a civakî heye. Ji bo me siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet esas e.”
Parêzerên Ocalan beriya vê, herî dawî 27’ê Tîrmeha 2011’an pê re hevîdtin kiribû. Piştî serlêdana 810ê, ya 811´ê hat qebûlkirin. Bi vî rengî parêzerên Ocalan di 2’ê Gulanê de pê re hevdîtin kir. Têkildarî hevdîtina bi Ocalan re Parêzerên Buroya Hiquqê ya Sedsalê li Otela Taksîmê daxuyanî da çapemeniyê. Parêzerên Ocalan Faîk Erol, Newroz Uysal û Rêzan Sarica daxuyanî da.
Prz. Faik Erol, diyar kir ku 4 parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin, miracaetî serdozgeriyê kirine, lê tenê Newroz Uysal û Rêzan Sarica karîne hevdîtinê bikin.
Metn paşê dan parêzeran
Prz. Erol, diyar kir ku di 2’ê Gulanê hevdîtin pêk hatiye û heta metna ji Îmraliyê gihiştiye destê wan, wan hîna nû kariye doh daxuyaniyê bidin; lewma ev metn dawiya hefteyê gihiştiye ber destê wan.
Beriya ev metn bê xwendin, Prz. Rêzan Sarica got, hevdîtina bi Ocalan re saetekê dewam kiriye û metna ku dane wan jî ne encama ti mutabeqat yan jî mukzakereyan e.
Metna ji Îmraliyê ya bi îmzeya Ocalan û her sê girtiyên din jî Prz. Newroz Uysal xwend. Parêzeran paşê bersiva ti pirsên rojnamevanan neda.
Daxuyaniya Ocalan
“Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûnê û şerî.
Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şideta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.
Em di wê baweriyê de ne ku di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne, di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya cihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin, divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.
Siheta we ji bo me di ser her tiştî re ye
Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa siheta wan bixe tehlûkeyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, siheta wan a aqlî, fîzîkî û ruhî di ser her tiştî re ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye.
Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013’an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye.
Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.
Em her kesê ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwêstê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin, û di asta herî bilind de em spasdarê wan in.”
Li bin metnê îmzeya Abdullah Ocalan, Hamili Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş hebû.