Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump diyar kir ku heke rahîp Andrew Brunson were berdan, ew ê dîsa jî ti tawîzan nedin Tirkiyeyê.
Trump têkildarî aloziyê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û bal kişand ser peymana ji bo serbestberdana Ebru Ozkan a ku hemwelatiya Tirkiyeyê ye û li Îsraîlê di girtîgehê de bû.
Trump got, ji bo Ozkan bê serbestkirin, wî têkilî bi Îsraîlê re daniye û beramberî vê, divê rahib Brunson jî bihata berdan.
Trump diyar kir ku ew li ser soza xwe ye û got, “Kesê ku Erdogan dixwest ew bê berdan, bi hewldana min serbest bû. Ez jî ji wî dixwazim ku rahib Brunson serbest berde.”
Trump got, “Tişta ku Tirkiye dike, mirov xemgîn dike. Li gorî min ew şaşiyeke mezin dikin. Bi paş ve gav wê neyê avêtin.”
Trump diyar kir ku zextên li ser Tirkiyeyê û xisara ekonomîk wî naxe nav fikaran û got, “Ez li ber nakevim. Ev gaveke rast e.”
Trump di 17’ê Tebaxê de li ser twitterê gotibû, “Tirkiye bi salan ji DYE’yê sûd wergirt, niha jî rahibê me serbest bernade. Ji bo serbestberdana mirovekî bêguneh em ê ti tiştî nedin.”
WASHINGTON