Ji şêniyên Serêkaniyê yê ereb di 31’ê îlona borî de zêdetirî 50 welatiyên ereb di bin navê Tabûra El-Ehrar El-Weteniyîn El-Ereb de hatibûn gel hev û avabûna vê tabûrê ragihandibûn û aşkerakiribûn ku ew li herêma Serêkaniyê tevli YPG’ê bûne. Piştî beşdarî nava refên YPG’ê bûn, hin aliyên xêrnexwaz îdia kirin ku ew girêdayî rejîma Esad an jî girêdayî hin êlan in. Der barê van îdiayên bê bingeh de Fermandarê Tabûrê Hewas El-Akûb agahî da û aşkera kir ku tu bingeha van îdiayan tune.
Fermandar El-Akûb diyar kir ku Tabûra El-Ehrar El-Weteniyîn El-Ereb ya herêma Serêkaniyê ye û ji ciwanên ereb û êlên ereb ên li herêma Serêkaniyê dijîn pêk tê û ji bo herêmê ji çeteyan paqij bikin, tevli nava refên YPG’ê bûne.
El-Akûb der barê tevlibûna nava YPG’ê de jî agahî da û wiha axivî: “Sedema tevlibûna me ya nava refên YPG’ê ew e ku rastiya komên çete û terorîst eşkere bû. Komên çete bi navê Şoreşa Sûriyeyê herêm talan kirin û ji ber vê yekê û ji bo em herêma xwe ji van çeteyan biparêzin em tevli nava refên YPG’ê bûn.”
El-Akûb aşkera kir ku gelê herêmê tevlibûna ciwanên ereb ya di nava refên YPG’ê degelekî kêf xweş in û wiha pêde çû: “Lê mixabin hin kes hene ku dixwazin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin. Ev pêngava me dê ji bo hemû gelê Sûriyeyê bibe mînak.
El-Akûb herî dawî ev tişt got: “Ez serkeftinên YPG’ê li bajaroka Til Xelef û gundên herêma Serêkaniyê li hemû pêkhateyên herêmê pîroz dikim.”
SERKANIYÊ