Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dest bi şerekî topyekûn kiriye û hat destnîşankirin, ku bersiva li vî şerî bi berxwedana topyekûn dibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê em vê rastiyê bibînin û li qadan bin. Ji bo em faşîzma AKP’ê û dîktatoriya Erdogan li nava raya giştî ya Ewropa û cîhanê teşhîr bikin û pêşî lê bigirin, weke eniya berxwedanê, di 17’ê Mijdara 2016’an de di serî de saz û rêxistinên çep, demokrat û şoreşger, gelê Kurd, Tirk, Elewî û Êzîdî tevlî meşê bibin.” 


 PARÎS