Meclîsa Sivîl: Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hêza tekane ye ku parastina ewlehiya welatiyan dike. Em bang li hemû welatiyên Minbicê yên penaber dikin ku vegerin bajarê xwe û li ser bingeha hezkirin, aştî, geşbûn, ewlehî  û aramiya hemûyan beşdarî avakirina herêma xwe bibin.

Şandeya Koalîsyona Navnetewî doh bi gelê Minbicê û rêveberiya wê re rûnişt. Her wiha Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Minbicê daxuyaniyek da û got: "Pêdiviya welatiyên bajêr bi destwerdan û fermanên derve tine ye."

Koalîsyonê doh danê sibehê serdana Minbicê kir. Şandeya Koalîsyonê ku di nav de General James Gerard, Captaîn Wîll, Sefîrê berê yê Siûdî yê DYE’yê William Roubak jî hebûn, li gel Hevserokê Komîteya Karê Navxwe yê Minbicê, Ebd Mistefa û Hevserokê Komîteya Têkiliyên Nav Gel, Adil Evdileselam li kuçeyên Minbicê bi gel re peyivîn.

Bi gel re peyivîn

Minbiciyên ku bi şandeyê re dipeyivîn, digotin, ew Tirkiyê li wan deran naxwazin.

Şandeyê piştî ku li gel guhdarî kir, serdana avahiya Rêveberiya Sivîl a Minbicê kir, bi endamên komîteyê û bajêr re civiya.

Mijara sereke Tirkiye bû

Li gorî agahiyan, mijara sereke ya civînê ew bû ku bersivê bidin peymana li ser Minbicê ya di navbeyna Tirkiyê û DYE’yê de. Her wiha hat gotin, li ser helwêsta gelê Minbicê û rêveveberiya wê rayedarên DYE’yê misoger kirine ku ew ê destûrê nedin ku komên çekdar derbasî Minbicê bibin.

Pêdivî bi destwerdan û fermanan tine ye

Her wiha doh piştî nîvrojê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê daxuyaniyeke ji bo raya giştî belav kir û got, "Pêdiviya welatiyên bajêr bi destwerdan û fermanên ji derve tine ye."

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Mihemed Xêr El-Şêxo ve li pêşiya avahiya rêveberiyê bi amadebûna endamên rêveberiyê, komîn û meclîsên herêmê hate xwendin.

Hewl dide aramî û ewlehiya li Minbicê têk bibe

Di daxuyaniyê de hat gotin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hêza tekane ye ku parastina ewlehiya welatiyan dike û bi vî rengî dewam kir: "Em welatiyên heman welatî ne. Em van daxuyanî û gefxwarinên ji aliyê rêjîma Tirkiyeyê ve qebûl nakin. Rêjîma Tirkiyeyê bi van helwêstên xwe hewl dide aramî û ewlehiya li Minbicê têk bibe û jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmê hilweşîne.

Vegerin bajarê xwe

Em weke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ji welatiyên Minbicê re dibêjin, bila bala wan aram be. Em ê parastina aramî û ewlehiya li herêmê dewam bikin û rewşa xizmetguzarî û jiyana hevbeş li herêmê bi pêş bixînin. Her wiha li ser bingeha edaleta civakî û beşdarbûna pirralî derfet dê bêne peydekirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hêza tekane ye ku parastina ewlehiya welatiyan dike. Em bang li hemû welatiyên Minbicê yên penaber dikin ku vegerin bajarê xwe û li ser bingeha hezkirin, aştî, geşbûn, ewlehî  û aramiya hemûyan beşdarî avakirina herêma xwe bibin.

Em bang li hemû welatiyên Minbicê yên penaber dikin ku vegerin bajarê xwe û li ser bingeha hezkirin, aştî, geşbûn, ewlehî û aramiya hemûyan beşdarî avakirina herêma xwe bibin.

Tişta ku divê dewleta Tirk pêk bîne, ew e ku divê koçberên Minbic, Cerablûs, Bab û Efrînê vegerîne malên wan."

MINBIC