EREM KANSOY/REQA


Li Reqayê şerekî dijwar li dijî çeteyên DAIŞ´ê, ji bo rizgarkirina sivîlan tê meşandin. Ev du meh di ser hemleya Cenga Mezin re bihurîn û gelek derdoran, şîroveyên ecêb jî kirin. Ji gunehbakirina QSD´ê bi bazara bi DAIŞ´ê re heta bi pêkneanîna hedefên hemleyê. Lê rastiya li cihê cih guhertî ye: QSD´ê behtirî nîvê Reqayê rizgar kir, û bajar ji her çar milan ve kire dorpêçekê. Ji fermandarên QSD´ê yên hemleya Reqayê re peyivîn. Klara Reqa, Omer Hewlêr û Piling Surûc îşaret pê kirin ku ew gihiştine hedefên plansaziya xwe û wan bi temamî dor li Reqayê girtiye. Fermandaran da zanîn ku ew ji bo rizgarkirina sivîlan û parastina wan bi îhtîmam tevdigerin, ev hemleyê hêdî bike jî, ji niha û pêve, bi moralê bilind ê şervanan, ew ê karibin DAIŞ´ê di zûtirîn demê de bişikînin. Fermandar dibêjin ew ê tola civaka Êzîdî û fermana 73´yan hilînin û ji bo DAIŞ´ê tenê du rê hene, yan wê teslîm bibe yan jî bi temamî tine bibe.


QSD kete paytexta çeteyan

Ji fermandarên QSD´ê Klara Reqa îşaret pê dike ku hemleya Reqayê di nava du mehan de li gorî bername û plana wan bi rê ve çûye, serketî bûye û wiha dewam kir: “Şerê bajêr e, ne weke yê eraziyê, çolterê bû. Di şerê jajêr de terz û taktîk gelek in. Nexasim jî li bajarekî mîna Reqayê ku paytexta çeteyên DAIŞ´ê bû, bi salan e amadekarî lê kiribûn. Ji bo her kesî xewnek bû, ka Reqa wê bê rizgarkirin yan na. Hêzên QSD´ê ev pêk anîn, ew ketin Reqayê. Helbet ev bi berdêlên mezin çêbû. Belê ji sedî 50´ê bajêr hatiye rizgarkirin. Hedefa me ew bû ku em destpêkê dorê li bajêr bigirin. Niha ji her çar milav ve, ji bakur, başûr, rojhilat û rojava ve dor li bajêr hatiye girtin. Gelek tax niha di destê me de ne. Gelek cihên wan ên esasî ku berê yên dewletê bûn û DAIŞ´ê jî weke navend bi kar dianî, niha di destê me de ne. Dema bi şev bi roj, êdî mirov kolanekê, cadeyekê digire, ev bi metroyan e; carinan malek e. Ev, her carê serketinek e. Dema ku avahiyeke bilind di destê te de ye, ji bo ku tu li bajêr hakim bî, ev destketiyek e. Bi ya me, me ev bi ser xist. Amadekariyên wan gelek bûn, di warê binerd de gelek amadekarî kirine, wekî din mayîn gelekî bi kar anîn. 


Êriş wê hemleyê asteng nekin

Klara Reqa îşaret bi propagandayên reşkirinê û di warê siyasî de êrişên ji bo bisernektina hemleyê kir, û got, “Hîn beriya em bikevin bajêr, şehadetên li Qereçoxê, erişên din ên dewleta Tirk a dagirker, li Girê Spî, Minbic û Babê çêbûn, niha jî berê xwe dane Efrînê. Hemû hewldana wan ew e ku em li Reqayê lawaz bibin. Ji bo me her şehadet û her êriş me xurttir dike, ruhê me yê tolhildanê xurt dibe. Dema em beşdarî vê dozê bûn, me ev li ser esasê dilsoziya şehîdan, tolhildana wan pêk anî. Ti carî wê zêhniyetek, desthilatdariyek bandorê neke, li ser vî esasî bû. Heta îro gelek hemle çêbûn û ya Reqayê jî dewam dike. Yên ku li ber xwe dan, yên ku tî man, birçî man, dema gel ev berxwedan dît, desteka gelê Ereb, beşdariya ciwanan kir ku hemle xurt bibe.” 


Mehek didu man

Fermandar Klara Reqa zehmetiyên şerên li bajêr, nexasim di warê teqtîkan de û qabîliyeta dijminê wan ya guhertina teqtîkan bi bîr xistin û got, “Hemle bi dawî nebûye, hîna nîvê bajêr maye, divê bê rizgarkirin. Em dikarin bibêjin ne sal, lê ne roj jî, belê di nava mehek diduyan de em ê hemleyê bi dawî bikin. Niha şervan bi ruhekî fedayî diçin, lê belê her der mayîn û xendeq in. Ev astengiyan der dixe. Divê rê û rêbaz ji vê re bên peydekirin, ew mayîn bên teqandin. Li aliyê din jî piştî ku me nîvê bajêr girt dest xwe, li navendên wan niha xelkê sivîl pirr dîl hatiye girtin. Nabêjin jin e, zarok e. Hovîtiya wan tê zanîn. Ji ber vê jî hemle hinekî giran bi pêş ve diçe. 

Ez mînakeke qehremaniyê bidim, du hevalên me şehîd bûn, dema ku çete sivîlan dikin mertalên zindî, ev heval wan dixwazin rizgar bikin, bi maşînên bombebarkirî û mayînan, wan dikin hedef.”


Qolincên mirina DAIŞ´ê 

Klara Reqa hovîtî û êrişên li dijî sivîlan ên DAIŞ´ê weke henaseyên wê yên dawî û qolincên mirinê bi nav kir û wiha peyivî: “Dema ku teng dibe, maşînên bombebakirî û êrişên întîharî dike. Doh, bi sê maşînan hatin xwe li rojhilat teqandin. Piştre êrişkarekî intîharî hat xwe teqand. Bi vê dixwaze emrê xwe dirêj bike. Ew baş bi vê dizane, dema em sivîlan dibînin, em canê xwe jî feda bikin, em zirarê nadin sivîlan. Niha me korîdor ji bo ku sivîlan di rêyên bê mayîn re xilas bikin, vekirin. Tîmên me yên mayînan ketin dewrê, da ku li beşên rizgarkirî rê bên paqijkirin. Ji bo nexasim komên me yên bi sivîlan re elaqedar dibin, ev bi êş e. Em li milekî şer dikin, li milekî cenazeyên zarokan dibînin, ev biêş e. Em dibêjin, bila hemle dereng bimîne, lê ew zarokên bi lîstikên xwe nelîstine, bi navê dêûbavê xwe nezanîne, negotine, rizgar bibin û ew bi hovîtiya DAIŞ´ê re rûbirû nemînin.”


Hebûna YPJ´ê li Reqa pîroz e

Fermandar Klara Reqa îşaret bi wê kir ku heta hemle gihiştiye vê astê, gelek hêzan xwestiye di bin sîwana QSD´ê de tevlî hemleyê bibin û beşdariya YJŞ´ê weke pîroz nirxand: “Tişta herî pîroz û watedar jî, beşdariya hevalên jin ên Êzîdî bû. Çawa ku DAIŞ´ê fermana 73´yan li dijî xelkê Şengalê, miletê Êzîdî bi rê ve bir, heta niha jî hejmar nediyar jinên Êzîdî hîn li Reqayê di destê çeteyan de êsîr in, hevalên jin ên Êzîdî hatin Reqayê, şer kirin, li ber xwe dan, ev tolhildaneke herî mezin e ji zêhniyeta desthilatdar û nexasim jî ji çeteyên DAIŞ´ê. Roja îro di şexsê YPJ û YJŞ´ê de ew qeyd û bendên berê yên ku jin bi tenê bi jintî bi kar dianîn, hatin şikandin. Berxwendake pirr mezin çêbû, îro jî me got pîroz e, lewma tola xwe bi destê xwe dihilînin, li benda birê xwe, bavê xwe yan jî zilamekî namînin ji bo ku wê rizgar bike. Weke YPJ´ê me got, çawa ku kolanên Reqayê bûn cihê firotin û zincîrkirina jinan, em ê li Reqayê jinûve avabûnê çêkin. Du hevalên YJŞ´ê di hemleyê de birîndar jî bûn dema ku dixwestin hevalên xwe rizgar bikin, bêyî ku li birîndarbûn û şehîdbûna xwe bifikirin. Em şîfa xêrê ji wan re dixwazin.


Şehîd fermandarên me ne

Fermandar Klara Reqa ji bo dewr û fedekariya şehîdan jî wiha peyivî: “Di hemleyê de rol û fedekariya şehîdan, çi şervan û çi fermandar, weke Hevala Şervîn ku fermandareke me bû ku hemle bi rê ve dibir, diyar ker bû. Rihê Hevala Şervîn ê hevaltiyê, fedakariya wê, beşdariya wê ya jiyanê ev ji bo me terzê jiyanê ye. Em rêka Heval Şervîn û Heval Sozdar dişopînin. Hevala Sozdar jî fermandarek bû ku li cihê cih hevalên xwe birêve dibirin. Bi rihê hevaltiyê, weke jin, xwest heta çeteyek bimîne, şer bike û wan têk bike. Me nedixwest ew di refên pêş de be, lê wê dixwest li cem hevalan be. Bi van fedekariyan nîvê Reqayê di destê me de ye. Hemle dewam dike. Me li gorî plana xwe, xwe gihandiye hedefa xwe. Wekî din ti êriş û ti propagandaya reş wê nikaribe pêşiyê li me bigire, û bike ku em Reqayê wiha bihêlin. Her şehadet, her cara ku gelê Ereb bi çavê xwe dibîne, em alîkariyê bi sivîlan re dikin, nan didin wan zarokan, avê didin wan, wan xilas dikin, ev dike ku propagandaya DAIŞ´ê bi salan li dijî me kiribû, pûç bibe. Ji ber wê jî beşdarbûna jin û ciwanên Ereb ên ji Reqayê jî çêdibe. Em ê di nava mehek, du mehan de mizgîniya rizgarkirina Reqayê bidin gelê xwe.  


DAIŞ yan wê teslîn yan jî tine bibe

Ji fermandarê QSD´ê yê Cenga mezin, Piling Surûc jî got, êdî hemle wê xurttir bi rê ve biçe û sedemên wê wiha rave kirin: “Ji ber ku niha bi temamî dor li Reqayê hatiye girtin, cihekî ku xwe tê ve xilas bikin, yan jî ji wan re teqwiye bê, êdî nemaye. Ev li ber çav e. DAIŞ bi xwe jî dizane, ew xetên niha xwe li wan diparêze, xwe li wan asê dike, di nava çend rojan de bi bersivên hêzên QSD´ê wê bên şikandin. Wekî din derban dixwin û bi paş ve dikişin.

Rast e, miletê sivîl heye, di destê DAIŞ´ê de ye û DAIŞ wî miletî wekî mertal bi kar tîne. Milet rehîn girtiye. Hêzên me jî ji bo ku vî mertalî ji dest DAIŞ´ê xilas bikin, hêdî hêdî van sivîlan xilas dikin. Îro jî bi mayînan DAIŞ´ê sivîl qetil kirin. Hêzên me dixwazin bi derfetên xwe rehetiyê ji sivîlan re çêke, bike ku zirar negihîje wan, û wan xilas bike. Hemle niha li ser vî esasî dewam dike û siberojê wê xurttir bibe. Çareya dawî ya DAIŞ´ê li Reqayê ew e, yan ew ê teslîm bibe, yan jî bi temamî îmha bibe. 

Herçî moralê hêzên me ye, xurt e. Her cara ku bi ser dikevin û DAIŞ derbekê dixwe, moralê wan zêdetir dibe. Îdîaya wan a bipêşveçûnê xurttir dibe, daxwaza wan a şerê li dijî DAIŞ´ê jî her diçe zêdetir dibe.”


Em ê tola Şengalê hilînin

Ji fermandarên QSD´ê yên Cenga Mezin, Omer Hewlêr jî dibîje, ew li gorî plansaziya xwe di nava du mehan de gihiştine armanca xwe û li ser hemleyê wiha pê re çû: “Niha em plansaziyeke nû dikin, hedefên nû diyar dikin. Di van herdu mehên derbas bûyî de, pêkanîna van hedefan nehêsanî bû. Gelek şerên dijwar rûdan, gelek kuştiyên DAIŞ´ê hene. Wan amadekariya şer kiribû. Hin senaryo kiribûn, wekî ka çawa ku QSD´ê bi DAIŞ´ê re rûniştibe, ji bo bajêr bê şer bihêlin. Tiştekî wisa nebû. Niha jî li bajêr, li navenda Reqayê, şerekî dijwar ê bêsînor tê kirin. Wan ên wisa digot, niha vê yekê bi çavên xwe dibînin, ku wan ev niheqî dikir. Bi tevahî civaka ku DAIŞ li ser zilmê dike, hêza me li dijî  DAIŞ´ê vê kela germa havînê berxwedaneke bi rûmet û mezin dike. Hêza me bi hemû fedakariya xwe niha li navenda Reqayî şer dike. Em dixwazin vê bi encam bikin. Ew ên ku van neheqiyan li me dikin, bila bên Reqayê bibînin, ka çawa ev şer tê meşandin. Siyesetvan dikarin biaxivin, lê ez ji bo wan jî dibêjin, bên, bibînin û paşê biaxivin. Heqîqet ev e.  Fermandar Omer Hewlêr dibêîje, civak guhertiye, bîrewer bûye, heqîqetê dibîne û li gorî wê helwêsta xwe diyar dike û wiha dewam kir: “Ew heqîqeta ku li Sûriyê, ne xasim ya li dijî gel Kurd dibînin; heqekî me yê rewa ye ku em xwe biparêzin. Heta ku DAIŞ heye jî li dijî civaka me ya Kurd tehlûkeyek e. Em vê eşkere ji gelê xwe re dibêjin, em ê hesabê Şengalê bixwazin. Ev erka me ye weke YPG/YPJ û QSD´ê. Lewma niha jî xelkê me yê sivîl û bêguneh, di bin zilma DAIŞ´ê de li Reqayê ye; ew xelkê me yên Êzîdî ne. Em ê xwe bigihînin wan, em ê wan xilas bikin. Dema em li vir têdikoşin ew li bîra me ne. Şerê me li ser vî esasî ye. Çavê me tenê li wê yekê ye ku mejiyê DAIŞ´ê li Reqayê em têk bibin. Bila dilê gelê me yê Êzîdî rehet be, em ê tola wan hilînin. Wan gelê me yê bê sîlah û sivîl kir armanca êrişan, ew êsîr kir û weke kole bi kar anî. Em ê hesabê vê ji wan bipirsin. Herçî talankirina Kobanê ye jî, em ê hesabê wê jî li Reqa ji wan bipirsin.”