
Di nava şerekî manûnemanê de her cara mesele dibe ziman, çi konferans, çi civîn, çi jî di nav hevalan de, mesele dibe manûneman. Statuya Kurdan û statuya zimanê wan weke ku bi hev ve hatibin girêdan. Hema berê xwe bidinê, li Bakurê kurdistanê "em" li ser agir in, peyva qirkirinê û tinebûna zimanê me ketine zikhev. Ji ber wê jî pêşî li vê meydanê, Kurd bi xwe dihisin û fêm dikin ji bo parastina hebûnê, ji mana li vê dinya gewrik, divê ew karibin zimanê xwe, hebûna zimanê xwe jî misoger bikin. Înîsiyatîfên heyî divê bên teşwîqkirin, hem weke platforma zimên û hem jî weke Tora Ziman û Çanda Kurdî. Lê beriya her tiştî divê em tiştekî safî bikin. Bendewariya ji hin "jimeçêtirkan" heta niha handîkapa herî mezin bû ji bo karê li meydana pratîkê û heger dewam bike ev ê îro jî wisa be û sibe jî wê encam zêde neguhertî be.
Çima min peyva ‘emʼ li jor di nava apostrofan de nivîsî? Ji ber ku ew "em" ne em hemû ne. Kesa/ê ku bi sernermî qebûl kir zimanê xwe ji dest bide, yan jî keseke/î dêûbavên wê/wî bi sernermî dev ji zimanê xwe berdayî û ew jî li ser rêka dêûbavê xwe diçe, çi qasî ji "me" ye, çi qasî fikarên me his dike, çi qasî weke "me" li ser agir e? Ji ber wê ev "em"a hanê koma hin kesên xwedî heman fikar û tatêlan e ku niha xwe li ber qirkirinê dibînin û bi ser halan de ev dîtina hanê ne fîksiyonek e, ne xeyalek e. Em behsa rastiyekê dikin ya ku îro roj diqewime û berê jî diqewimî. Dewleteke zirzalim bi tevahiya derfetên xwe yên weke artêş, polîs, dibistan, rê, veberhênan, çapemenî, wêje û wekî din, bi awayekî li gorî pîlana qirkirinê, bêhtirî sed salan - ez ji desthilata Îttîhad ûTeraqqiyê hesab dikim - li ser ya xwe ma; li dijî gelek miletan bi ser ket û yên mayî, "em" û hinek kevne "em" in.
Ji ber wê çi bi sîlehan weke li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û beriya wê li gelek deverên Bakurê Kurdistanê qir dikin û çi jî bi derfetên dewletê çawa ku bi dehan milet qir kirin, hîna jî bi awayekî çalak dewleta Tirk Kurdan qir dike. Ji ber wê kengî behsa ziman bibe, meseleya me tê ser manûnemanê, ew qasî manûnemana zimanê û ya "me" ketiye zikhev.
Naxwe sernermbûn îro çiqasî tercîhek be, serhişkbûn jî beramberî vê siyaseta hanê tercîhek e. Û ev tercîha hanê çiqasî karibe li ser ya xwe bimîne wê ewqasî mana xwe misoger bike. Lê misogerkirina vê manê yanî hebûnê, bi min wiha diyar e ku bi birêxistinkirina serhişkiyê dikare biçe serî. Li meydanên nav bajêr, li yên gundan, li meydanên civakî, malbatî, çandî, dînî birêxistinkirineke vê serhişkiya hanê, weha diyar e ku wê karibe me ji tirs û felaketa qirkirinê çêtir biparêze.
Di vê birêxistinkirina serhişkiyê de mirov xwe li sînorên îdeolojîk û partiyan biawiqîne, ev ê wê rêxistinê qels bike. Mirov xwe li bendewariyên ji "jimeçêtirkan" bibane, xwe di nav hêlîna wan de rehet bike, ev jî wê vê rêxistinê diyar e qels bike. Ev jimeçêtirkan çi ne? Kurmanc vî navî li cinan dikin. Mesele ew e ku hinan, çi kes û çi sazî ji xwe çêtir, muhimtir û mezintir dibînin. Ez vê ji bo çi bi kar tînim; serê pêşî ji bo sazûmaniyên dewletê yan jî yên weke dewletê, ji bo partî û rêxistinên siyasî ku xwedî hêzeke diyar a siyasî ne. Bendewariya di warê ziman de ji "jimeçêtirkan" ji ber vê handîkapeke mezin e. Hem parçe dike, hem jî pasîf dike. Pê re jî dikare tesîreke sekter bike bi rêya wan kesan ku ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî û belavkirina bikaranîna wî diviyabû kar bikin. Yanî gava komik li dora hizban bin, qels in û têkoşîneke hevpar, bipêşxistina siyaseteke hevpar a zimên jî zehmet dibe. Ha, mirov dikare rêxistinan, dewletan û partiyên siyasî rexne bike, lê mirov dikare bêyî bendewariya ji wan jî bike.