Yek ji van jî ciwanê bi navê Engîn Ozmen bi nasnav Torî Şengal e. Torî Şengal yê ji Elmanyayê tevlî refên YBŞ'ê bû got, "Ez bang li tevahiya ciwanên Êzidî dikim, bila beşdarî nava Yekîneyên Berxweşdana Şengalê bibin." Torî Şengal zarokê malbateke Êzîdî ye, ji Mêrdînê koçî Elmanyayê kiriye.

Wicdana min ne rehet bû

Şengal got, "Malbata min malbateke Êzîdî ye. Berî em biçin Elmanyayê em li Mêrdînê diman. Lê belê piştî fermana 73'an a hat serê civaka Êzîdî malbata min koçî Elmanyayê kir" û diyar kir ku dûrmayîna ji welatê xwe her tim ew aciz kiriye. Şengal da zanîn ku divê êdî dawî li vê dîroka komkujiyê ya tê serê civaka Êzidî bê dawîkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di nava van hest û rmanan de, roja 3'ê Tebaxê dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û ji aliyê wijdanî ve gelekî nerehet bûm. Bi taybetî, piştî dîtina wê drama di televîzyonan de hat nîşandan, min biryar da ku yekser biçim cem gelê xwe. Vê biryara min jî ez anî çiyayê Şengalê. Ji ber ku armanca min, têkbirina vê qedera komkujiyê ya li ser civaka Êzidî bû."

Ji bo dîrok dûbare nebe

Şengal derbarê tevlîbûna xwe de wiha got: "Min got bila ev bibe komkujiya dawî. Ji ber vê yekê ji Elmanyayê rabûm hatim û tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûm. Niha weke endamekî Yekîneyên Berxwedana Şengalê li çiyayê Şengalê gelê xwe diparêzin. Lê belê ji bo azadbûna Şengalê divê YBŞ bê mezinkirin. Ji bo careke din komkujî dubare nebin, bang li tevahiya ciwanên Êzidî dikim ku tevlî nav refên YBŞ'ê bibin. Lewma ji vê derê bang li ciwanên Êzidî dikim û dibêjim, werin tevlî refên YBŞ'ê bibin û em Şengalê azad bikin."

ANF/ŞENGAL