Ji aliyê çeteyên PDK’ê ve şehîdkirina rojnamevan Nûjiyan Erhan di nava gelê Kurd re rê li ber xemgîniyeke mezin vekir. Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed, Cigirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed, Endamê Desteya Ragihandin û Rewşenbîrî li Parlamentoya Iraqê, Şiwan Dawidî û gelek rêxistin û tevgerên Kurd peyamên sersaxiyê weşandin. 

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed ku peyamek nivîskî weşand, xemgîniya xwe ya ji ber şehîdbûna rojnameger Nûjiyan Erhan anî ziman, sersaxî ji malbata Erhan û hemû rojnamegerên Kurdistanê re xwest.

Dr. Yusif Mihemed di dewama peyama xwe de got; “Me bi dilgiranî û xemek mezin, şehîdbûna Nûjiyan Erhan bihîst. Ew rojnamegera jin, roja 3’ê Adarê li bajarokê Xanesora ser bi Şengal ve ji serê xwe birîndar bibû. Piştî 20 roj li nexweşxaney Hesekê dimîne, jiyana xwe ji dest dide.” Yusif Mihemed got: “Şehîdbûna vê rojnamegera jin, weke hemû binpêkirinên dine û di demên buhrî de li hember rojnameger, çalakvanên sivîl yên li Herêma Kurdistanê rûdane.” Yusif Mihemed peyama xwe wiha domand: “Qetilkirina rojnamegeran hemû ew rastiyane ji bo civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirov  diyar dike ku li Herêma Kurdistanê roj bi roj azadî û karê rojnamegeran tê sînordar kirin.” Mihemed wiha peyama xwe bi dawî kir: “Ez bi navê xwe û Parlamentoya Kurdistanê sersaxî li rojnamegerên Kurdistanê, malbata Nûjiyan Erhan û hemû azadxwazên dinyayê dikim.”

‘Şehîdbûna Nûjiyan ez xembar kirim’

Cigirê Serokê Parlamentoya Îraqê Aram Şêx Mihemed li ser şehîdbûna rojnameger Nûjiyan Erhan peyama sersaxiyê belav kir û got: “Rojnamegerî karek dijware, bi taybet eger armanc ragihandina heqîqetê be.” Di peyama sersaxiyê de Aram Şêx Mihemed wiha got: “Malbat, xwişt, bira û yên ajansa nûçeyan a RojNewsê û rojnamegerên ezîz, nûçeya şehîdbûna rojnameger Nûjiyan Erhan  me gelek xembar kir û  ji dil em pê êşan. Dixwazim ragihînim ku ez  ji dil û can hevparê xema we me. Ji Xwedê daxwaza sebirê ji bo malbat, hevkar û hevalên wê dixwazim.”

‘Bi tundî şermezar dikim’

Endamê Desteya Ragihandin û Rewşenbîrî li Parlamentoya Iraqê, Şiwan Dawidî got ku divê kujerên rojnameger Nûjiyan Erhan bên dadgehkirin û got; “Hedefgirtina rojnamegeran a di pêşbaziya leşkerî û siyasî de şermezar dikim.” 

KNK'ê ji malbata Nûjiyan Erhan re sersaxî xwest

Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK'ê bibîr xist, ku Nûjiyan keça bajarê Hîlwan ê Bakurê Kurdistanê bû û keda wê ya di nava çapemeniya azad de bibîr xist: " Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê peyama sersaxiyê ji malbatê, heval û dost û hevkarên Nûjiyanê re radigihînin. Di heman demê de sersaxiyê ji rojnamevanên werek û welatparêz re dibêjin, ewên ku her dem amade ne eger bi bedela jiyan û giyanê xwe jî be rastiyan ji bo gelê me ragihînin."

YBŞ: Mîrateyeke mezin ji me re hişt

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), der barê rojnameger Nûjiyan Erhan de ku ji aliyê hêzên PDK-AKP'ê ve şehîd hat xistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di peyamê de hate ragihandin ku Nûjiyan bi têkoşîn û keda xwe mîrateyeke mezin ji rojnamevanên Êzîdî re hiştiye û peyama, "Bila serê malbata wê ya hêja, hevalên wê sax be. Em soz didin, ku em ê rastî û hesreta wê bi cih bînin."

Saziya Malbatê şehîdan a Şengalê diyar kir, bi dehan ciwanên Êzidî wê li pey şopa heqîqeta Nûjiyan Erhan bimeşin û rastiya rûyê qirêj ya PDK’ê eşkere bikin.

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê têkildarî şehîdbûna rojnameger Nûjiyan Erhan peyamek nivîskî weşand û got; “PDK’ê cardin dijminatiya xwe ya li hemberî civaka Êzidî, jin û rojnamegeran diyar kir. Wê bi ti şêwey nekare sûcên xwe veşêre.” 

Medyaya Goran û Baskê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê yê Kerkûkê bi navê hemû rojnamegerên Kerkûkê ji bo şehîdkirina hevpîşeya me ji aliyê çekdarên PDK’ê ve peyamên sersaxiyê weşandin û hedefgirtina rojnamegeran şermezar û lanetkirin. 

Komiteya Ragihandina  Komelgeya  Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li ser şehîdbûna rojnameger Nûjiyan Erhan daxuyaniyek nivîskî belav kir û got: “Nûjiyan li ser rêya heqîqetê û tekoşîna eşkerekirina rûyê reş ê dijminê Kurd de bû. Nûjiyan ji 10 sal zêdetir bi pênûs û  kamêreya xwe  hewl dida tekoşîna azad ya jinê  bihêz bike.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN