Vê peymanê li dijî armancên dewleta Tirk bendek çêkir. Ew ji peymanê aciz in. Li holê peymanek heye ku aliyan îmze kiriye. Ev peyman bi çavdêriya hêzên navneteweyî çêbû. Alî mecbûr in li gorî wê tev bigerin.
ERKAN GULBAHÇE
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Ehmed Şêxo li ser mekanîzmaya ewlehiyê, gefên dewleta Tirk li rêveberiyê dixwe û xebatên wan ên dîplomatîk ji me re peyivî û got, “Li holê peymanek heye ku aliyan îmze kiriye. Ev peyman bi çavdêriya hêzên navneteweyî çêbû. Tê de xisûsên aliyan li ser li hev kiriye, eşkere hatine nivîsîn. Ji ber wê jî alî mecbûr in li gorî wê tev bigerin.” Ehmed Şêxo bi îhtîmam dibêje, peyman ji bo sînor e, herêma wan bi xwe ewle ye.”
Ehmed Şêxo wekî din dibêje, peymanê pêşî li hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk girtiye û ji bo îhtîmala binpêkirina peymanê ya bi destê dewleta Tirk jî dibêje, “Em gefxwarinên dewleta Tirk ciddî dibînin. Gava ku planên wan naçin serî, dibe ku çavkorî û çavsorî bibin. Lê ji ber lihevkirinê gefên xwe kêm kirin. Amadekariyên me li dijî êrişên muhtemel ên Tirkiyeyê û rejîma Sûrî li dijî Bakurê Sûrî hene. Me bersiv da êrişên li dijî xwe. Her kes li bendê bû Kobanê bikeve. Lê neket. Di şertên herî zehmet de me xwe parast. Îro roj, li gorî berê siyasî, moral û hem jî eskerî em xurttir û amadetir in. QSD dikare Rojava biparêze.”
Dewleta Tirk ji peymanê aciz e
Nûnerê rêveberiya xweser Ehmed Şêxo ji bo mekanîzmaya ewlekariyê behsa aliyan dike û wiha dipeyive: “Di peymana mekanîzmaya ewlekariyê de peyman hat mohrkirin, di navbera Koalîsyona navneteweyî û Tirkiyeyê de û li aliyê din jî di navbera QSD û Tirkiyeyê de. Yanî bi awayekî ne yekser ev peyman di navbera Tirkiye û QSD´ê de hatiye mohrkirin. Li gorî vê peymanê, QSD´ê her tişta dikeve ser milê wê 100 ji sedî bi cih anî. Ji bo me, weke tê plankirin, dimeşe. Ez dixwazim bibêjim, ev peymana parastina sînor e ku di navbera Bakurê Sûrî û Tirkiyeyê de ye. Tirkiyeyê li dijî îhtîmala êrişeke li dijî sînor ji aliyê Bakurê Sûrî ve doza vê peymanê kir. Me jî ji bo ku dawî li gefxwarinên dewleta Tirk yên li dijî sînorên me bê, me ev peyman qebûl kir. Me erkên ji peymanê dikevin stûyê me heta niha bê kêmasî bi cih anîn. Lê dewleta Tirk ji roja pêşî ya mohrkirina peymanê ve nerehetiya xwe îfade kir. Armanca wan diyar e.
Em wekî din binavkirina weke herêma ewle jî qebûl nakin. Ji ber ku herêmên me ji xwe ewle ne. Em weke peymana parastina sînor vê peymanê bi nav dikin. Vê peymanê li dijî armancên dewleta Tirk bendek çêkir. Ew ji peymanê aciz in. Li holê peymanek heye ku aliyan îmze kiriye. Ev peyman bi çavdêriya hêzên navneteweyî çêbû. Tê de xisûsên aliyan li ser li hev kiriye, eşkere hatine nivîsîn. Ji ber wê jî alî mecbûr in li gorî wê tev bigerin.” Ehmed Şêxo bi îhtîmam dibêje, peyman ji bo sînor e, herêma wan bi xwe ewle ye. Em erkên xwe li gorî peymanê bêqisûr bi cih tînin û ji aliyê hember jî li benda heman tiştî ne. Heger aliyekî li ber peymanê radibe heye, ew alî jî dewleta Tirk e.”
Xewna Osmanî ya dewleta Tirk heye
Ji bo vê helwêsta dewleta Tirk jî Ehmed Şêxo dibêje, “Xewnên dewleta Tirk hene, dixwaze erdên Osmanî li xwe vegerîne. Ji bo vê destê xwe avêt nava Sûriyê. Heta wê ji bo vê bi DAIŞ´ê re jî têkilî danî, bi awayekî eşkere destek dayê. Wê siyaseta Rojava û projeya Xweseriya Demokratîk li pêşiya xewnên Osmanî weke bendekê dît. Wê hewl da Rojava tecrîd bike, kir ku rêxistinên terorê êrişî Rojava bikin. Hewl da di navbera Kurd û Ereban de şer derxe. Gava ev bi ser neketin, vê carê kete Efrîn, Cerablus û deverên din. Piştre jî xwest êrişî Rojava bike. Vê peymanê kir ku plana wan a dagirkirina Rojava av û av biçe, ji ber wê, peymanê qebûl nakin. Erdogan çawa demografiya Efrînê guherî, dixwaze demografiya Bakurê Sûrî jî biguherîne. Ez bi rehetî bibêjim, Kurd û Ereb, Ermenî, Çerkez, Asûr-Suryanî, li Bakurê Sûriyê ti kes projeya erdogan qebûl nake.”
Amadekariyên me hemû temam in
Me bi bîra Ehmed Şêxo dixin ku Erdogan mohlet dabû heta destpêka Cotmehê û gotibû, ew ê Rojava dagir bikin. Li ser vê, ew dibêje, “Em gefxwarinên dewleta Tirk ciddî dibînin. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve wê êriş, gefxwarin û tacîzên xwe ji me kêm nekirine. Gava ku planên wan naçin serî, dibe ku ew çavkorî û çavsorî bibin. Lê ji ber lihevkirinê gefên xwe kêm kirin. Amadekariyên me li dijî êrişên muhtemel ên Tirkiyeyê û rejîma Sûrî li dijî Bakurê Sûrî hene. Me bersiv da êrişên li dijî xwe. Her kes li bendê bû Kobanê bikeve. Lê neket. Di şertên herî zehmet de me xwe parast. Îro roj, li gorî berê siyasî, moral û hem jî eskerî em xurttir û amadetir in. QSD dikare Rojava biparêze. Em ne alîgirê şer in, û em dizanin şer ne yekane çareserî ye. Ez careke din bibêjim, li dijî êrişan amadekariyên me hemû temam in. Êrişa li dijî Rojhilatê Firatê wê neşibe êrişa li dijî Efrînê.”
Ji bo hewldan û dîplomasiya li dijî hewldanên dagrkeriyê yên dewleta Tirk jî Ehmed Şêxo dibêje, ew xebatên xwe dewam dikin û van agahiyan dide: “Xebatên me yên dîplomasiyê dewan dikin. Ne tenê li dijî gefxwarinên dagirkirinê yên dewleta Tirk lê her wiha ji bo bidawîkirina dagirkirina Efrînê jî. Dewleta Tirk di halê xwe yê herî lawaz ê dîrokê de ye. Pirsgirêkên wê li hundirê wê pirr in, û bi gefxwarinên li dijî Rojava bi rengekî ji rengan dixwazin ser van nakokiyan bigirin. Nikare weke Efrînê Rojhilatê Firatê dagir bike. Hem li hewa û hem jî li erdê, parastina koalîsyona navneteweyî heye. Şerekî li vir wê ne li berjewendiyê koalîsyona navneteweyî be. Li nav me jî, miletên ku Federasyona Bakurê Sûrî pêk tênin, wê vê dagirkeriyê ti carî qebûl nekin. Tirkiye jî bi vê dizane.”
Em tê de nebin em wê qebûl nakin
Ehmed Şêxo helwêsta Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê erenî dibîne, lê di warê pêşîgirtina li dewleta Tirk de kêm dinirxîne û dibêje, “Her roja dibihure têkiliyên di navbera koalîsyonê û QSD´ê de xurttir dibin. Têkiliyeke zexmtir çêdibe. Di projeyên girîng de hevparbûnek heye. Ev rastiyek e ku yek ji sedemên taloqkirina êrişa ji bo dagirkirinê ya dewleta Tirk li dijî Rojava jî daxuyaniyên hişk ên koalîsyonê bûn.”
Nûnerê rêveberiya xweser Ehmed Şêxo wekî din ji bo dadgehkirina DAIŞ´iyan jî got, “Em bi koalîsyonê hêvdîtinan dikin ji bo dadgehkirina DAIŞ´iyan. Wan li ser van erdan teror kir, divê li ser van erdan bên dadgehkirin. Lê mixabin, li ser mijarê heta niha ti dewletê bersivek nedaye me. Ya em dixwazin û hêviya me ew e ku li ser erdên me ji bo dadgehkirina DAIŞ´iyan dadgehek bê avakirin.”
Herî dawî ew îşaret bi temsîlnekirina rêveberiyê di komîsyona destûrê ya Sûrî de dike û dibêje, “Ji bo aştî û aramiya li herêma me, weke Bakurê Sûriyê em dixwazin diyalogê bi her kesî re daynin. Komîsyoneke 150 kesî ya ji bo destûra Sûrî ya bi destê Tirkiye, Îran û Rûsyayê hat avakirin. Îradeya gelên Sûrî tine hat hesibandin. Ti pêkhatina bê îradeya gelên Sûrî bi ser neket, ew jî wê neçe serî. Ji ber zextên dewleta Tirk kesek li ser navê Kurdan li komîsyonê nehat zêdekirin. Civîneke ku Kurd û her beşa li Sûrî tê de cih negire, wê bi ser nekeve. Ez careke din bibêjim, em ê ti pêkhatina em tê de cih negirin, qebûl nekin. Biryarên bên standin me elaqedar nakin.”