Di daxuyaniya KCD-E´yê de hat bibîrxistin, ku Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ji bo azadiya Ocalan li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dest bi greva birçîbûnê dike.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Ev greva birçîbûnê ya li ber avahiya CPT´yê, li ser bingeha ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Em weke KCDK-E bi hemû pêkhate û hêza xwe destekê didin biryara vê çalakiyê. Gelekî girîng û hêja ye ku gelê Şengalê azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibîne û li ser vê bingehê çalakiyeke bi vî rengî ya watedar dide destpêkirin. Tevgerên Îslamî û Elewî yên li Ewropayê jî dan xuyakirin, ku ew ê tevlî vê çalakiyê bibin.”
KCDK-E got, ew ê xwedî li çalakiyê derkevin, bibin hevparê wê û bi hemû hêza xwe tevlî bibin û ev bang kir: “Di serî de saziyên me û navendên me yên civaka demokratîk ên li Elmanya, Swîsre û Fransayê wê tevlî civîna çapemeniyê ya 23’ê Tebaxê saet di 11:00´an de bibin. Her pênc rojan carekê bi rengekî dorveger em ê beşdarî greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bibin. Divê heta ku CPT, Konseya Ewrûpa û saziyên navneteweyî bikevin nava tevgerê, em çalakiyên xwe zêde bikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN