Çalakî li Parqa Ataturk hate destpêkirin û di çalakiyê de li gel dayikan, rêveberên BDP, HDP, MEYA-DER, KURDÎ-DER, ÎHD, aktîvîstên DOKH’ê û gelek nûnerên saziyên civakî yên bajêr amade bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo aşîtiyek mayinde ji Rêber Apo û hemû girtiyan re azadî”, “Ji şer re na hema niha aşîtî” û “Dayik ji bo azadiya Serok û girtiyên xwe di çalakiyê de ne” hatin hildan. Li ser navê dayikan endama Meclîsa Dayikan Menfiyet Çelîk daxuyanî da. Çelîk, diyar kir ku ew hêvî dikin çalakiya wan ji bo vî welatî bibe wesîla aşîtî û azadiyê. Çelîk, destnîşan kir ku ji bo aştî pêk were û xwîn raweste vê çalakiyê lidardixin û wiha got: “Daxwaza me ew e ku em alîkarî bidin pêvajoya aşîtiyê û bila li vî welatî êdî xwîn ne herike. Em naxwazin cenazeyê gerîla û leşkeran bi ser me ve werin. Em şer naxwazin, bes êdî kezeva me êşiya.”


Em ji Erdogan dixwazin

Çelîk, bang kir ku ew daxwaz dikin ku beriya her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtî bigîhijin azadiya xwe û wiha domand: “Bila pêşiya hatina gerîla vekin û bila derê hemû girtîgehan vebibin. Ger ku armanç aşîtî be bila her kes were em destê xwe bixin bin keviran. Em hemû zarokên xwe girtîgehan û yên şehît bûne, em hemû ji Serokwezîr Erdogan dixwazin. Dê Erdogan an aşîtiyê bîne vî welatî yan jî em dayik dê dev ji çalakiyên xwe aşîtiyane bernedin. Ya herî girîng jî ew e ku bila li ser histiyên zarokên me yên hatine windakirin, lêkolîn bikin. Heta em saxbin em ê daxwaza histiyên xwe bikin.” Çelîk, da zanîn ku dê çalakiya wan hefteyek bidome û herî dawî bang li hemû dayikên Êlihê kir ku bên destekê bidin wan. Piştî daxuyaniyê dayikan li Parqa Ataturkê konê xwe vedan. Çalakiya dayîkan wê hefteyekê dewam bike.

DIHA/ÊLIH