Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal têkildarî pêşketinên di rojevê de ji rojnameya me re axifhi. Erdal di nirxandinên xwe de mijarên mîna binçavkirina hin derdoran ji aliyê gerîlayan ve, çalakiya endamên Tabûra Nemiran û tevkujiya Roboskiyê rawe kirin.
Erdal destnîşan kir ku di çerçoveya konsepta tinekirinê de li bakûrê Kurdistanê tevahiya zivistanê êrîşên tinekirinê û operasyon ne hatin rawestandin û bal kişand ku hemû hesabên dewletê û AKP’ê li ser encam girtina van operasyonan bû plan dikirin ku di Newroz a 2012’an de serkeftina xwe îlan bikin. Erdal destnîşan kir ku li dij vê konseptê hem di qada gel hem jî di qada gerîlayan de berxwedaneke bêhempa hate meşandin û wiha axifî: „Tevî êrîş û operasyonên leşkerî li dij Rêbertiya me êşkenceyeke bê mînak hate meşandin. Dîsa bi girtinên di çerçoveya tevkujiya siyasî de girtîgeh ji siyasetmedarên Kurd hatin tije kirin û wergeriyan kampên êsîran. Bi van tevan re jî bi rêya medyayê kampanyayeke giran a şerê psîkolojîk li ser gelê me hate meşandin. Hesabê wan ew bû ku di Newrozê de ‘serkeftin’a xwe îlan bikin. Lê belê ev hesab neçû serî. Bi Newrozê re gelê me berxwedaneke bêhempa nîşan da. Dîsa li dij operasyonan gerîlayên me ketin pozîsyona çalak û ji Derya Reş heta Amanason, ji Serhedê heta Qeyseriyê li her derê Kurdistanê û gelek cihên Tirkiyeyê pêvajoya çalakiyan ya bi bandor hade bipêşxistin. Di rewşa heyî de operasyon û berxwedana gerîlayan ya li dij wan berdewam dike.“

‘Rastî tim hatin berovajî kirin’

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal destnîşan kir ku heger encamên van çalakiyan bi fermana serokwezîrê Tirk Erdogan ji raya giştî tê veşartin ev nayê wateya ku çalakî an pevçûn kêm in. Erdal got, „Operasyon, pevçûn û çalakiyên pêk tên bi ast û hejmar yên salên borî derbas dikin. Di min deruniya Erdogan a di demên dawî de har bûye de ev rastî heye. Bi bandor bersivdayina gerîlayan a li dij êrîşên tinekirinê wan gelekî bêzar dike. Pêwiste ev rastî baş were fêmkirin ku heya ku polîtîkayên tevkujiyê û êrîşên dewleta mêtînger a Tirk û hikûmeta AKP’ê berdewam bikin, şik û gûman tuneye ku hêzên me yên gerîla jî berxwedana xwe bi xurtî bidomînin.
Medyaya Tirk ku gelek rastiyan vedişere an berovajî dike car carnan jî ji ber hin mabestan bi israt di rojevê de dihêle. Mînak çalakiya li Ferqînê ya ku ne hatibû plan kirin û bi tevahî mîna berxwedaneke li dij operasyona tinekirinê bû tim di rojevê de hate hiştin. Nûnerên saziyên ragihandinê birin herêmê û dîmen û wêneyên amûrên leşkeran yên parçe bûbûn weşandin. Ev yek ne ji bo agahdarkirina rast a civakê bû bêgûman. Dihat xwestin ji bo konsepta AKP’ê ya tinekirinê hincet û bingeh were amade kirin. Heta wê rojê 60 hevalê me jiyana xwe ji dest dabû. Lê bi tu awayî bahsa van ne hat kirin. Dîsa çalakiya Skenderûnê bi Îsraîlê ve, ya Reşadiyeya Tokatê bi Ergenekonê ve hat girêdan û xwestin rastiyê berovajî bikin. Li aliyê din mîna mînaka Roboskiyê gelek pevçûnên ji ya Ferqê mezintir di çapemeniyê de qet cîh negirtin. Ev şerê psîkolojîk bi giştî bi ferman û înîsiyatîfa Erdogan tê meşandin.

Gelê Kurd ne bêparastin e

Bahoz Erdal di nirxandina xwe de kirinên dewleta Tirk ên li dij gelê Kurd, rêberê wî, zext û zora dimeşîne jî rêz kirin û destnîşan kir ku ne mumkun e ev kirin bê bersiv bimînin û wiha destnîşan kir: „Vî gelî tune dihesibînin, dixwazin tine bikin û difikire ku ev yek wê ji wan re bimîne. Lê divê were zanîn ne Kurdistan ne jî gelê Kurdistanê ne bêkes û bêparastin e. Êdî bi hezaran fedayî yên ku Kurdistanê û gelê Kurdistanê biparêzin hene. „

Înîsiyatîfa Tabûra Nemiran... 
Erdal diyarkir ku berxwedana hêzên parastina gelê Kurd ku wek HPG’ê xwe birêxistin kirine dê li gor asta êrîşên dijmin be û di rewşa zêdebûna êrîşan de berxwedan jî dê were bilindkirin û di asta herî jor de were nîşandan. Erdal têkildarî çalakiya Pinarbaşi ya Kayseriyê de jî ev nirxandin kir: „Dema rewşa Rêbertiya me ku ji bo gel û tevgera me diyarker e bibe mijara gotinê, dîsa tevkujiyên li dij gel ên mîna Roboskiyê di rojevê de bin bikaranîna înîsiyatîfê ya Tabûra Nemiran tiştekî jênerev e. Çalakiya lehengiyê ya rêheval Êrîş û Andok ku li Kayseriyê pêk ta ji bo fêmkirina asta şerê kirêt ê AKP’ê li di j gelê me dimeşînê were fêmkirin girîng e. Dîsa ev çalakî ji bo têgihiştina hestyarî û girêdana gerîlayan a bi Rêbertiya me re jî gelekî watedar e. Dîsa di şexsê ciwanên ku agir berdidin bedena xwe de diyar dibe ku gelê Kurd gihiştiya asta teqînê. Ev rihê fedayî û sekn di HPG’ê de xwe bi çalakiyeke vî rengî daye der.“
Bahoz Erdal bal kişande ser 80 bendavên li herêmên Şirnex, Colemêrg, Sêrt û Wanê 80 bendav tê avakirin û bi tevahî ev ji bo tinekirina berhemdariya axa Kurdistanê û talankirina hebûnên dîrokî û xwezayî tên lidarxistin. Her wiha bi destê leşkeran şewitandina daristanên Kurdistanê jî wek mînakeke heman têgihiştinê ji aliyê Erdal ve hate nîşandan.

‘Nebin amûrê polîtikaya tinekirinê’
Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal bal kişand ku hin kesên bi hatina demsala biharê re ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin kesên dibin amûrê polîtîkaya tevkujî û tinekirinê ne. Erdal derbarê mijarê de ev agahî dan: „Mînak, şîrketa Kokçen-Ay a ku birayên Huseyin Çelîk ê alîkarê Erdogan li Wanê her îhaleya dikevinê bê pirsgirêk bidest dixin. Beranberî vê yekê jî hêzên taybet ên artêşa tirk bi wesayitên xwe yên sivîl dibin qadê operasyonan. Dîsa şîrketa bi navê Kadioglu ya ji Stenbol heta Antalyayê xebatên xwe dimeşîne ji bo artêşê xizmeta neqliyeyê û îstîxbaratê dike. Hevkariyên ku qala wan tê kirin dikare bi gelek mînakên din jî werin rawe kirin. Careke din em bang li van derdoran dikin ku nebin amûrê şerê tinekirina Kurdan. Em wan hişyar dikin ku dijminatiya gelê xwe nekin. Em destnîşan dikin ku pêwiste gelê me li dij bendav û texrîbatên li herêmên daristanî tên kirin dengê xwe bilind bike.“

Darizandinên li gor hiqûqa KCK’ê
Erdal diyarkir ku hin kes beranberî berjewendiyên aborî dibin amûrê van polîtikayan û diyarkir ku darizandina van kesan li gor hiqûqa KCK’ê pêk tê û ev hiqûq wiha rawe kir: „Hiqûqa dewleta dagirker a Tirk li ser bingehê mêtîngerî û tinekirina gelê Kurd hatiye sazkirin. Ne Kurdistan ne jî gelê Kurd di vê hiqûqê de nayê naskirin. Ji ber ku ji tevkujî, îşkence, girtin û sirgunan pêde tiştekî nade li Kurdistanê ti rewatiya vê hiqûqê ne maye. Li ser vî bingehî emê jî li gor hiqûqa KCK’ê nêzî yên cerdevaniya leşkerî û siyasî dikin, her wiha dibin amûrê şerê taybet bibin.

‘Kî dikare qala agirbestê bike!’

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal bibîr xist ku hikûmeta AKP’ê hemû hêza xwe xistiye bin xizmeta polîtîkaya tinekirinê û di pêvajoyeke bi vî rengî de bilêvkirina agirbestê bi mabesta şerê taybet e. Erdal derbarê mijarê de axaftina xwe wiha domand: „Gotinên Bulent Arinç û Beşîr Atalay bi tevahî derew in û parçeyekî şerê psîkolojîk in. Dixwazin gelê me li dij kirinên hovane bê helwest û bê refleks bihêlin. Di rewşa ku operasyonên tinekirinê di asteke hevqasî dijwar de tê meşandin de kî dikare qala danîna çekan bike? Mîna hêza gerîla rojeva me li dij operasyonên tevkujiyê bilindikirina berxwedanê ye.“
Erdal di dawiya nirxandinên xwe de bal kişande ser tevkujiya Roboskiyê û kirinên kirêt ên li dij zarok û ciwanên Kurd ên di girthigeha Pozantî de û ev bang li ciwanan kir: Divê keç û lawên Kurdran li hember rewşa ku her der wergerandina girtîgehê û zextên heyî serî rakin û beşdarî nava refên gerîlayan bibin. Bi vî rengî dikarin nîşan bidin ku li dij tu zilm û terora dewletê serî natewînin û karibin bibin xwedî hêza ku hesab ji yên tevkujiyan li ser gelê Kurd ferz dikin bixwazin. „


SÎNAN CÛDÎ / BEHDÎNAN