Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo diyar kir ku Tirkiye ji bo ku Kurd li Sûriyeyê mafekî bi dest nexin gelek tawîz daye Amerîkayê û hewl daye têkîliya koalîsyona navneteweyî bi YPG’ê re qut bike. Hemû anî ziman ku Cerablus a ku Tirkiye dixwaze „herêma ewle“ ava bike, ew ê li gorî daxwaza gelan azad bikin. Hemo bilêv kir ku YPG dê destûrê nede rêxistineke çete ya din a wekî DAIŞ’ê û da zanîn ku têkîliyên AkP û DAIŞ‘ê kur in, di destnên wan de gelek belgeyên ku vê yekê piştrast dike heye. Hemo got ku heke tiştek bê serê şervanên wan ê ku Tirkiyeyê teslîmî Ahrar-u Şamê kiriye dê Tirkiye berpirsyar be. 
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo der barê têkîliyên Tirkiyeyê yên bi çeteyên 


‘Em ê DAIŞ’ê ji Cerablusê bavêjin’

Hemo destnîşan kir ku piştî ku Girê Spî hate azadkirin vê carê hemû bal çûne li ser xeta Ezaz û Cerablusê û gelên herêmê dixwazin kantonên Kobanê û Efrînê bigihîjin hev. Hemo got ku wan Girê Spî li ser daxwaza gelan çawa azad kirine dê Cerablusê jî azad bikin û DAIŞ’ê ji wir bavêjin, êrîşên li dijî Kobanê dê bi vî rengî bi dawî bibe.Hema da zanîn ku di çarçoveya êrîşên ku ji Cerablusê li dijî Kobanê pêk tên YPG’ê dê di çarçoveya mafê parastina xwe de bajar azad bikin, ji bo Ezazê tiştekî wisa mijara gotinê nîne, DAIŞ ne li wir e, hêzên li Ezazê girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê û girêdayî Hêzên din in, têkîliyên wan bi wan hêzan re hene, ji ber vê yekê jî yi vir rewşeke xetere tuneye.

Hemo derbirî kir ku bajarê Raqqayê yê gelê Suriyeyê yê dewlemend e û dê bi gelên erep, suryanî, tirkmen û gelên din re Reqqayê ji çeteyên DAIŞ’ê azad bike.



Ji bo mudaxeleyê hevdîtin pêk anîn

Hema derbirî ku rola ku YPG’ê girtiye li ser xwe hin welatan aciz dike bi taybetî jî Tirkiye piştî hemleya Girê Spî gelek aciz dibe. Hemo wiha axivî: „Heke Cerablus û herêmên din jî wekî Girê Spî bihatana rizgerkirin ev pirsgirêk dê bigihîşta merhaleyeke din. Dê axa Rojava jî dagir bikirana. Ji ber vê yekê Sûriye, Îran û Tirkiye ji bo ku mudaxaleyê van herêman bikin hevdîtin pêk anîn.“



‘Armanca Tirkiyeyê pêşî girtina Rojava ye’


Hemo anî ziman ku Tirkiyeyê xwestiye hêzên koalîsyonê piştgiriya ku didin YPG’ê, bidin wan û Tirkiyeyê ji hêzên koalîsyonê re ev tişt gotiye: „Li dijî DAIŞ’ê em şer bikin, li wî herêmê em hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê û komên tirkmenan bi cih bikin.“ Hemo wiha berdewam kir: „Lê di esasê xwe de armanc ne ev e. Armanca esasê pêşîlêgirtina pêşketinên li Rojava ye.“



Tirkiyeyê projeya Amerîkayê tasfiye kir


Hemo bal kişand li ser mijara ku Amerîka li axa Sûriyeyê di çarçoveya bernameya hînbike, araste bike de de jî got ku Tirkiye û Amerîka li gorî planên xwe hêzan amade dikin. Hema diyar kir ku Tirkiyeyê di çarçoveya vî planê de Tumena 30’emîn ji sînor derbas kirine û teslîmê çeteyên El Nusrayê kiriye û bi vî rengî Tirkiyeyê bi awayeke aşkera ev hêz tasfiye kiriye, polîtîkaya Amerîkayê ya ku dixweze li Sûriyeyê derbasî pratîkê bike asteng kiriye. 



Hemo diyar kir ku tugayên bi navê Sultan Murat û Fatih Sultan Mehmet ên Tirkiyeyê li gorî polîtîkayên xwe amade kirin û şandin Ezazê bi çeteyên El Nusra re tifaq çêkirin û li gorî tifaqê li hemû heremên Nusra lê dê van koman bi cih bike. Hemo anî ziman ku ev yek ji aliyê Nusra ve hate piştrastkirin û ev yek jî nîşaneya ji berê heya niha Tirkiye û Nusra bi hev re ne.
Hemo da zanîn ku ev senaryo li heremên çeteyên DAIŞ‘ê li heyî jî dê berdewam bike û wiha got: „Dê li herêma Soran û Cerablusê şerekî nimûnîe derbixin.Heke ji wir DAIŞ’ê rabikin û li şuna wê DAIŞ‘ekî din bînin cihê wê ev yekê ji bo me pirsgirêkekî gelek mezin e.Em jî ji bo ewlehiya xwe û kantonên xwe bigihînin ve dê şer bikin. Incax em dikarin wisa tevahiya axa Rojava biparêzin.“



‘Têkiliya DAIŞ û Erdogan gelek kur e’

Hemo bilêv kir ku nûçeyên Tirkiye li DAIŞ’ê dide derew in û tu caran tiştekî wisa çênebûye û li hemberî qadên DAIŞ lê tu tişt nekirin belavajî vê yekê qadên YPG lê hatin bombebarankirin.  Hemo diyar kir ku têkîliya DAIŞ û AKP’ê gelek kur e û têkîliya wan bi tiştên derketin holê bi sînor nîn e û heke Erdogan hinek bê lêkolînkirin dê têkîlî heya Afganîstan, Suudî Arabîstan û Katarê biçe. Hemo balkişand ser çeteyên Ahrar-u Şamê û got ku Tirkiye ji vê rêxistinê re biyanî nîn e û têkîliyên wan bi vê rêxistinê re nû nîn in, hemû kadroyên çeteyan kesên li Iraq û Afganîstanê şer kirin in. Hemo anî ziman ku di demên dawî de MÎT li Dîlokê bi Nusra û komên Tirkmen re civîn li dar xistin û bi vê yekê re li Kîlîsê jî MÎT, DAIŞ û komên Tirkmen civîn li dar xistin û dê demek nêz de belgeyên nû yên têkîliya Tirkiye û DAIŞ’ê nîşan didin biweşînin. Hemo da zanîn ku di destê wan de belgeyên lîstikên qirêj ên Tirkiye û DAIŞ‘ê hene û jib er lîstikên gelek qirêj in exlaqê wan nadin parve bikin.




Ji Nusra re hişyarî


Hemo bilêv kir ku Tirkiyeyê 6 şervanên YPG’ê ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozê re teslîmî rêxistina Ahrar-u Şamê kirin û Tirkiyeyê li gorî hiqûqa navneteweyî sûc şer kir. Hemo destnîşan kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û heke tiştek bi serê hevalên wan bê berpirsiyarê vê yekê Dewlet Tirkiyeyê. Hemo herî dawî got heke çeteyên El-Nusra Berpirsiyarê Têkîliyên Derve yê Fermandariya YPG’ê ya Efrînê Cemal Qasim ê ku 14’ê tebaxê de girtin serbest bernadin dê bi tund bersiva Nusra bidin.



NAZIM DAŞTAN/ DÎHA/EFRÎN