Îmzeyên ku hatin komkirin ji aliyê komîteya amedekar ya kampanyayê ve sala par radestî Fraksiyona GORAN hatibû kirin. Pêwîst bû Fraksiyona GORAN di Parlementoya Kurdistanê de îmzeyên hatin komkirin bixista mijara nîqaşê. Ligel salek li ser re derbasbû lê heta niha ne ji aliyê Parlementoya Başûr ve ne jî ji aliyê Fraksiyona GORAN û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ve hewildanek nehatiye kirin.

Têkildarî mijarê ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve li ber parlementoyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê nivîskarê kovara Hawdem Pavel Qedemxêr ve hat xwendin de hat gotin ku nêzîkî 15 sale baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr in û wiha got: “Her çendîn Parlementoya Herêma Kurdistan bang li dewleta Tirk kiribû ku hêzên xwe yên leşkerî ji Herêma Kurdistanê vekêşine. Lê heta niha dewleta Tirk guh nedaye banga Herêma Kurdistanê û Iraqê. Ev jî tê wateya ji aliyê Artêşa Tirk ve dagirkirina Herêma Kurdistanê. Ji bo vê me wek xebatkarên kovara Hawdem bi piştgiriya Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin. Di nava 6 mehan de nêzîkî 470 hezar îmze hatin komkirin. Ji bo li Parlementoya Herêma Kurdistanê bibe mijara nîqaşê me îmzeyên hatin komkirin radestî Fraksiyona GORAN ku ji 11 parlementeran pêkdihatin kir. Lê hem GORAN hem jî Parlementoya Kurdistan û Rêveberiya Herêma Kurdistanê li hember vê mijarê tişta pêwîst nekir û baregehên leşkerî yên dewleta Tirk niha jî di nav sinorên xaka başûrê Kurdistanê de dimînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku pêwîste gelê Kurd yê Herêma Federal a Kurdistanê û Rêveberiya Hikûmeta Herêmê li hember vê bê deng nemîne û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em Hikûmet, Parlemento û Rêveberiya Herêma Kurdistanê şiyar dikin û mehek wext didin. Eger ev helwesta wan a bêdeng bidome em ê dest bi kar û çalakiyên radîkal û tund bikin.”

DÎHA/HEWLÊR