
Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi boneya Meha Şehîdan daxuyaniyek di malpera (www.pkkonline.com) de weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku meha Gulanê di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de xwedî ciheh taybet û wiha hat gotin; “Meha Gulanê bi berxwedan, qehremantî û diyarîkirinê hatiye tacîdarkirin, ji bo gelê me meha jihevcûdakirina jiyan û mirin, azadî û koletiyê ye, û meha zelalkirina pîvanan e.”
Di peyama PKK'ê de hate gotin:“Di meha gulanê de 18’ê adarê roja şehadeta kadroyên pêşeng ên gelê me Hakî Karer, Halîl Çavgun, Çaran û Îbrahîm Kaypakyaya ye” û wi domand; “Di vê roja watedar de, em li ber vê rastiya herî mezin a jiyanê şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, em careke din soza xwe nû dikin ku em ê berxwedana azadiyê ya ku wan daye destpêkirin, mezin kiriye, bigihînin serkefitnê.”
PKK’ê got; “Partiya me li ser esasê bîranîna şoreşgerê mezin ê enternasyonalîst Hakî Karer hat avakirin û di berxwedana xwe ya sih û pênç salan de bûye meşek mezin a azadiyê. Şehîdê me yê yekemîn Hakî Karer, pirta dilsoziya di navbera jiyan û şehadetê ya di nava gelê me de ava kiriye, di dîroka me de zîndana Amedê de Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyık, Mahmut Zengin ên ku weke Çaran tên nasîn, agir berdane xiyanet û telsîmyetê, tevlî meşa azadiyê ya PKK’ê bûne. Di rêça van şehîdên me yên mezin de bi hezaran milîtanên jin û mêr ên PKK’ê di meha gulanê de ketine nava axê û li bîranîna wan xwedî derketine, di meha gulana bi rûmet de, ji her çar parçeyên Kurdistanê tevil bûne û bûne bingeha yekitiya neteweyî û rêgezên jiyan, berxwedan û azadiya partiya me kirine malê gelê me.”
PKK’ê di daxuyaniya “Meha Şehîdan” gulanê daye de diyar kir ku dê meşa gel û tevgera bi awayeke hêjayê şehîdan di her şert û mercan de berdewam bike û got; “Tu hêzek nikare xwe li ber berxwedana gelê me ya li çiyayan, zîdanan, bajaran, bajarokan, sirgunê û li her devera ku lê dimeşîne, bigire.”PKK’ê got; “Partiya me ya ku partiya şehîdan awa girtiye, dibêje, dê teqez bi hêza ku ji Rêbertî û şehîdan wergirtiye, qezenç bike û em di şexsê şehîdên 18’ê Gulanê de soza xwe ya ji bo dilsoziya bi şehîdên xwe re û ji bo serkeftinê careke din nû dikin.”
ANF/ BEHDÎNAN
KJB’ê Şehîdên Gulanê bîr anî
Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) bi wesîleya meha şehîdan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dîroka 40 salî ya têkoşîna azadiyê de bi hezaran lehengî jiyana xwe ji dest dane û got; “Bi ked û berxwedana wan hatine vê rojê.” Her wiha hate destnîşankirin ku PKK navê rastiya şehadeta bi hezaran pakrewanî ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Meha gulanê ji ber berxwedana şehîdê meha gulanê girîng e.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şehîdê 18’ê gulanê rola dîrokî lîstine û wiha hate gotin: “Rêber Apo bi hemleyan têkoşîna wan bilind kir û bû bersiv. Li ser bîranîna Hakî Karer PKK hate avakirin. Ji bo çalakiyan çaran jî bi 15’ê Tebaxê bersiv hate dayîn. Ji biranîna Kaypakkaya û Denîz Gezmîş jî bersiva stratejiya hevpar a aşatî û biratiyê hate dayîn. Îro jî em pêvajoyek dîrokî dijîn. Bi berxwedana şehîdên me û têkoşîna Rêber Apo asteke azadiyê ya bi hempa derketiye holê. Israra xweseriya demokratik û têkoşîna netewî a demokratÎk AKP’ê ditirsÎne. Ji ber vê jî AKP’ê bi polîtîkayên qirkirinê hewl dide ku gelê kurd tune bike. Ev hewldanên AKP’ê bendewariya jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê dînamît dike. Gelê me û tevgera me dê heta dawiyê li hember van polîtîkayên qirêj têbikoşe. Îro gelê me ligel hemû astengî, zext û girtinan xwedî li ewladên xwe derdikeve. Em vê xwedîderkeitna wan silav dikin.”
KJB’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Li ser esasê em hemû şehîdên 18’Ê Gulanê bi bîr tinin. Em wekî tevgera jinan a Kurdistanê dê li hemberî vê pêvajoyê bibin bersiv. Em bang li hemû aliyên demokratîk jin, welatparêz û ciwanan dikin ku bila têkoşîna xwe bilind bikin.”