Kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di pêşengiya "Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî" di 15'ê Sibatê de hat destpêkirin her ku diçe rastî eleqeyek mezin tê û belav dibe. Piştî ku 127 rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û hunermendan "Deklerasyona Ji Ocalan re Azadî" aşkere kir, li gelek bajaran startên îmzeyan hatin destpêkirin. Sêrtiyan jî eleqeyek mezin nîşani kampanyayê dan. Welatiyên Sêrtê diyar kirin ku piştgiriyê din kampanya ji bo azadiya Ocalan.


'Emê rabin ser piyan'

Dayika 60 salî Hediye Suçil, anî ziman ku temen çi dibe bila bibe divê her kes li vê kampanyayê xwedî derkeve û piştgiriyê bidin vê kampanyaye.
Sucîl, xwest her kes ji bo vê kampanyayê rape ser piyan û li Rêberê xwe xwedî derkevin û wiha got: "Divê em êdî Rêberê xwe ji vê zindanê rizgar bikin.
Dayik û jin divê piştgiriya herî mezin bidin vê kampanyayê. Em wisa bawer dikin ku dê dayik û jin li vê kampanyayê xwedî derkevin. Ger ku dayik li Rêberê xwe xwedî derkevin, dê li zarok, ziman, çand, nasname û rûmeta xwe xwedî derkevin. Em Rêberê xwe ji zindanê derxin û bînin Amedê."

'Rêberê gel girtî ye´

Esnafê bi navê Mesut Taniş ê 28 salî jî anî ziman ku ji dil û can azadiya Rêberê xwe dixwazin û piştgiriyê didin kampanyayê. Taniş, diyar kir ku li pişt kampanyayê û li pişt gerîlla û Rêberê xwe ne. Taniş, helwesta hikûmet û dewletê jî rexne kir û destnîşan kir ku li gel pêvajo hatiye destpêkirin jî hêj yek alî dimeşe û daxwaz nehatine cih. Taniş xwest ji bo azadiya Ocalan di şopa Rojava de bimeşin."
Esnafê bi navê Zeki Coşkun ê 52 salî jî heman daxwaz anîn ziman û wiha got: "Divê bi milyonan kes li vê kampanyayê xwedî derkevin. Divê herî kêm 3-4 milyon vê kampanyayê îmze bikin. Divê çi dibe bila bibe teqez em Rêberê xwe azad bikin." 


´Mîsogeriya aştiyê ye´
Welatiyê bi navê Nezîr Oturan ê 33 salî jî heman daxwaz anî ziman û got: "Em dixwazin Rêberê me azad bibe.
Piştî Rêberê me ev pêvoja da destpekirin ev şerê qirêj jî rawestiya. Me dît ku rawestîna şer tenê bi destê Rêberê me pêk tê. Birêz Ocalan tenê nûnertiya kurdan nake. Hemû kesên ku hêz û vîna wî dibînin Azadiya Ocalan dixwazin. Kurt, tirk, çerkez û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn divê ji bo aştiya Rojhilata navîn piştgiriyê bidin vê  kampanyayê.

DÎHA/SÊRT