Berpirsyarê Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li hêzên navneteweyî kir ku li ser sînor bibin garantor. Aldar Xelîl got, mijara ‘herêma li firînê qedexe’ dibe ku bikeve rojeva Konseya Ewrûpayê.
RÊBAZ HESEN / ANF / NAVENDA NÛÇEYAN
Berpirsyarê Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl mijarên herêma li firînê qedexe, biryara Trump, têkiliya bi rejîmê re, gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û dagirkirina Efrînê nirxandin. Aldar Xelîl banga garantoriyê li hêzên navneteweyî kir û ji bo Efrînê jî got, “Berxwedan wê heta azadiya Efrînê bidome.”
Aldar Xelîl got, “li Rojavayê Kurdistan Rêveberiya Xweser a sîstema azad ava kiriye, bi sîstemên civakî yên meclîs, komun û rêveberiyên civakî ku azadiya jinê ji bo xwe weke pîvaneke sereke dibîne derketiye holê. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşa mirovahiyê, şoreşa demokratîk pêk tê. Ji ber vê yekê jî, her hêza li dijî demokrasî û wekheviyê, dixwaze derbê li modela Şoreşa Rojava bide.
Komên ku weke ‘opozîsyonê’ dihatin binavkirin, ketin destê hêzên cuda, hinek bûn El-Nûsra û dîsa komên cuda belav bûn û ketin bin kontrola dewleta Tirk a dagirker. Tirkiye van hêzan ji bo xwe bi kar tîne. Ev hêz li dijî gelê Sûriye, li dijî Şoreşa Sûriye bi tifaqên xwe yên li gel El-Nûsra, dîsa bi Îranê û hevkarên xwe re bi kar anîn ji bo xwe li ser lingan bigirin.”
Pişta me bi gelê me rast e
Di dewamê de Aldar Xelîl tesbîta DAIŞ jixwe şikest kir û got, bermahiyên mayî jî berê wan didin şerê li dijî Şoreşa Rojava: “Şoreşa ku bi biratiya gelan hatiye avakirin, niha Tirkiye dixwaze wê têk bibe. Ji serê sala 2018’an ve Tirkiye bi hevkariya komên li dora xwe kom kirî, êriş birin ser Efrînê û Efrîn dagir kirin. Niha jî Tirkiye gefê li Minbic û Rojhilatê Çemê Firatê dixwe. Em bi bawer in û vîna gelê me heye ku li pêşiya her cûre astengiyan bisekine û destketiyan biparêze. Heta Efrîn rizgar bibe û heta ev sîstema ku ji bo hemû cihanê bûye mînak belavî her aliyî bibe, xebatên me wê dewam bikin.
Emerîka got; ‘Em ji Sûriyeyê vedikişin.’ Erê dikarin vekişin. Biryarek heye, lê hê zelaliya vê ber bi çav derneketiye. Em ê li gorî pîvanên xwe hesabên xwe bikin, dîsa rastiyeke din heye ku ne mimkûn e ku hêzên navneteweyî heta hetayê li Sûriyeyê bimînin.”
Parastina ji êrişên Tirkan
Di dewama nirxandinên elaqedarî êrişên dewleta Tirk de, Aldar Xelîl got, “Em guftogo dikin, divê êrişî destketiyên ku pêk hatine neyên kirin. Em gelê xwe ji êrişên dewleta Tirk diparêzin. Çawa pêşî dikare li dewleta Tirk bê girtin da ku bajarên me û Sûriyeyê talan û xira nekie.
Rejîm ji derveyî xwe kesekî din napejirîne. Tenê dibêje; bila partiya Baas hebe. Desthilatdarî Şam be. Vîna gelê Sûriyeyê napejirîne. Êdî divê rejîm dev ji vê hişmendiya xwe berde. Li ser vê mijarê em dikarin alîkariyê ji welatên derve bigirin da ku çareseriyekê ji bo Sûriyeyê bidin peydekirin, zextê li Sûriyeyê bikin. Weke çavdêr û avaker bi rol bin, ne nebû, weke gel, gelê Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Asûrî bi hev re di nava projeyekê de bijîn û li dijî her êrişê jî xaka xwe biparêzin. Bi hev re destketiyên xwe biparêzin û li dijî her cûre êriş jî bi hev re berxwedana dîrokî nîşan bidin.”
Li ser nûçeyên li ser navbeynkariya Misrê û rola welatên din Aldar Xelîl got, “Mijara Misrê ez bawer dilim şaş hatibû fêhmkirin. Misrê negotibû, ez amade me ji bo vî karî, guftogoyên ku li ser hêviyên ku wê Misir bikare vê bike, derketibûn holê. Ya esas ne tenê Misr, hinek welatên din hene ku peywendî bi wan re heye. Hewl didin ku zextê li rejîmê bikin da ku çareseriyek pêk bê. Heger Sûriyê xwe da ber baş e, lê xwe neda ber em ê berxwedana xwe dewam bikin.”
Di dewama nirxandna xwe de Aldar Xelîl ji bo hevdîtinên bi rûsyayê re jî peyivî: “Rola Rûsya li Sûriyê, li ser Tirkiyeyê heye. Her wiha giraniya wê li hemberî DYE û koalîsyonê jî heye. Rûsya zêdetir alîgirê Tirkiyeyê ye. Ev di dagirkeriya Efrînê de derket holê. Ji ber ku dewlet in, li ser berjewendiyan kar dikin. Tevî vê jî em dîsa dixwazin hinek tiştan bikin rojeva wan. Heger em bikarin bandorê li wan bikin, bi wê erka xwe ya li herêmê rabin, bê guman wê baştir be.
Ev hevdîtinên me ne tenê li gel Rûsya bi gelek welatan re hê jî dewam dikin. Em li ser du teweran kar dikin, yek hêzên me yên hundir bi hemû derfet û îmkanên xwe li pişt sekinîn û berxwedan kirin a duduya jî dîplomasî ye.”
Em dibêjin werin em tifaqeke çêkin
Elaqedarî çûna komek ji eskerên rejîmê ya Minbicê, Aldar Xelîl got, “Niha mijara esasî ne ew e ku komek were, mijara sereke ew e ku em dibêjin, werin em bi hev re rûnin ser maseyê û tifaqekê çêkin. Sîstemeke me heye, rêveberî û nesaxim rêveberiyên me hene; ku em tifaqekê çêkin wê çaxê sînor wê tev bikevin bin ewlehî û parastina hikûmeta navendî. Wê çaxê neçar in ku parastina sînor bikin. Heger bi rengekî fermî ev bê erêkirin, wê demê Tirk nikarin êriş bikin. Wê demê Tirkiye ne dikare êrişî dewleta Sûreyeyê û ne jî rêveberiyên me bike.
Gelek hêzên rejîmê neketine Minbicê. Ew li herêma Erîma ne. Ew herêm sînorê di navbera me û çeteyên Tirkiyeyê de ye. Yên ku qala wan tê kirin, hinek hêzên din me gotibû werin li wan gundan bi cih bibin, ew in. Hinek hêz li wir bi cih bûne. Lê ew ne her tişt e. Ya esas divê rejîm îmze bike, divê erê bike ku di hundirê Sûriyeyê de rêveberiyên xweser hene, dîsa herêmên Bakurê Sûriyeyê ji aliyê gelên herêmê ve tên birêvebirin. Li gel vê, wê têkiliya me bi Şamê re jî hebe.”
Li dijî firîna balefiran em kar dikin
Li ser mijara qedexekirina firrîna balefiran li ser Bakurrojhilatê Sûriyê, Berpirsyarê Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got, “Dibe bibe rojeveke Konseya Ewrûpayê. Xebateke di vî warî de heye. Wê di çi astê de be, çawa bibe di vê mijarê wê li ser civîn û danûstandin bên kirin. Yek ji welatên Meclîsa Ewlehiyê biryarê veto bike, dibe ku ev yek jî pêk neyê. Lê qet nebe di rojevê de ye. Du tişt di rojevê de ne, yek; hêzên navneteweyî bikevin navbera me û Tirkan bi rola garantor rabin.
Tirk tim vê dikin hincet û dibêjin Rojava ji bo me gef in. Me jî got madem ji me ditirsin, bila hinek hêzên navneteweyî bên ser sînor, wê demê wê bê dîtin bê ka em pêş ve diçin an Tirk. Divê ev herêm ji firîna balafiran re bê qedexekirin. Lê ev mijar ne wisa hêsanî ne. Ev di rojevê de ne, lê nediyar e bê ka wê encameke çawa derkeve.
Gava li ser mijara tirsa Tirkan daket jî, Aldar Xelîl got, “Ev in Tirk çi dixwazin? Her tim dixwazin gelên herêmê bikevin qirika hev. Ereb, Suryan, Kurd … bi hev bikevin. Em demokrasiyê dixwazin, ew koletiyê ferz dikin. Ew naxwazin jin azad be, ew naxwazin civak azad be; ew naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, ji bo wê em ji bo wan xeter in.”
Başûr divê rabe ser piyan
Aldar Xelîl xwest li Başûrê Kurdistanê hem gel û hem partiyên siyasî rastiya dewleta Tirk a dagirker bibînin û wiha dewam kir: “ Divê gelê Başûrê Kurdistanê bîne bîra xwe dema referandûmê çi kir, pêşî Tirk li dijî rabûn. Tirk naxwazin destketiyên Kurdan hebin. Pêwîst e gelê me yê Başûr li gel rêveber û hemû gelan vê yekê bibîne. Dewleta Tirk Cereblûs, Bab û Efrîn dagir kir, lê heta niha rêveberiya Başûr deng dernexistiye.
Gelê Başûrê Kurdistanê gelekî aştîxwaz û qehreman e. Lehengên mezin ji nava wî gelî rabûne. Ji bo çi niha li hemberî dagirkeriya Tirkiye bêdeng e. Heger ev bêdengî dewam bike, ne tenê Rojava, Başûr jî wê biçe. Tirkiye li Rojava bi pêş biçe, wê sibe Başûr biçe. Divê ji bo vê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê têkevin nava çalakiyan û rabin ser xwe.”
Berxwedan heta rizgarkirina Efrînê
Di dawiyê de Berpirsyarê Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bi plansaziyên ji bo Efrînê wiha daket: “Têkoşîna me hem di warê leşkerî û hem jî di warê dîplomatîk de dewam dike. Li Efrînê rastiyek heye; demografiya herêmê tê guhertin û kiryarên dermirovî dewam dikin. Bi dosya û belgeyan amadekariyên pirr mezin hatine kirin û ev yek ji bo gelek aliyan hatiye şandin. Berxwedana gelê me ya li herêma Şehbayê ji bo her kesî peyamek e. Dibêjin em gund û bajarên xwe bernadin, dibe ji bajarê xwe axa xwe hatibim derxistin, lê wê li kêleka bajarê xwe bin, di nava her şert û mercî de li ber xwe bidin. Dibêjin; ‘Naçim heta bajarê xwe rizgar bikim.’ Jixwe, li aliyê din Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ’ê didome. Ev berxwedan wê heta rizgarkirina Efrînê jî dewam bike.”