
Mînaka jinên têkoşer bû
Pinar rola Sakîne Cansiz a di têkoşîna azadiyê ya Kurd, bi taybetî jî di têkoşîna azadiyê ya jinê de nirxand û bandora berxwedana xwe ya zîndanan a li hundir û derve destnîşan kir. Endama Koordînasyona KJK’ê got, “Tu li rûyê celad kir û bi vî rengî, rastiyên jê bawer bû biryardarî parast, ji bo wan têkoşiya.” Pinar da xuyakirin ku di kesayetiya Cansiz de rastiya jinên Kurd a li hemberî modernîteyê li ber xwe da, bi PKK’ê re şoreşger bû. Roza Pinar got, “Hevala Sara-Sakîne Cansiz, li hemberî zextan xwedî nerazîbûneke mezin bû. Li hemberî êrîşên li dijî gelê Kurd, li dijî nasname û baweriyan, li hemberî êrîşên hêzên paşverû yên li dijî jin û mirovan, xwedî hêrseke mezin bû. Eger bûye milîtaneke ewçend mezin a xeta azadiya jinê, ev yek ji ber wê ye ku hemû zextên di tevahiya dîrokê de li dijî jinê hatiye kirin, hîs kiriye. Ji bo pêşketina Tevgera Azadiyê ya Jinê hemûya xwe daniye holê.”
Şopdarên Sara li Kobanê û Şengalê ne
Pinar têkoşîna Sakîne Cansiz weke dîroka têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd bi nav kir. Roza Pinar ragihand ku îro li Kobanê, Şengal û Kerkûkê bi pêşengiya YPJ/YJA Starê bi bi hezaran Sarayan re têkoşîna azadiyê dewam dike û der barê armanca Komkujiya Parîsê de ev xal destnîşan kir: “Çawa ku di 15’ê Sibata 1999’an de di kesayetiya Rêbertiya me û tevgera me de bi komploya navneteweyî re NATO û hêzên gladyo yên bi wê ve girêdayî xwst dest li herêmê werdin; komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê jî ji aliyê heman hêzan ve bi heman armancê avabûna modernîteya demokratîk a xwedî çareserî û aştiyeke mayînde ya bi pêşengiya xeta Rêbertiya PKK’ê, hedef hatiye girtin. Bi vê yekê re hat xwestin, tevgera me ya azadiya jinê bi awayekî cidî were tehdîtkirin.”
Negihîştin armanca xwe
Pinar diyar kir ku hêzên ev komplo amade kirin ne gihaştin armanca xwe, berevajî bi pêşengiya rastiya jinên azad a PKK’ê re bi Şoreşa Rojava re hêzên YPJ û YJA Starê îro veguherîne hêviya tevahiya jinên li Rojhilata Navîn û Cîhanê. Roza Pinar got, “Ji Rojhilata Navîn heta Asyayê, ji Afrîkayê heta Amerîka Latîn, li çar aliyên cîhanê jinan berxwedana bêhempa ya jinên Kurdistanî ya li dijî sîstema bi serdestiya mêr, silav kirin. Ev yek nîşaneya pêngava gerdûnî ya tevgera jinên Kurd e.” Pinar ji bo em bîranîna Cansiz bi Kurdistaneke azad û demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk û cîhaneke ji jiyana demokratîk bê tacîdar bikin banga xurtkirina têkoşînê kir û got, “Ya herî girîng jî pêkanîna yekîtiya neteweyî ye, ku hevala Sara bi hesretay wê bû û di oxira wê de têdikoşiya.”
Wê komkujî neyê jibîrkirin
Endama Koordînayona KJK’ê da xuyakirin ku ew ê ti carî nehêlin komkujî di tarîtiyê de bimîne. Pinar ragihand ku ew ê têkoşînêna xwe bi her awayî di asta herî bilind de bimeşînin û ev bang kir; “Di serî de jinên Kurd û gelê me, bang li tevahiya tevgerên jinê, raya gitşî ya demokratîk û şoreşger dikim ku li qada herêmî û navneteweyî bi awayekî aktîf bikevin nava tevgerê, çalakiyan lidar bixin. Ruhê yekîtiyê û rêxistinbûyîna hevpar a piştevaniyê tevî ku wê komkujiyê ronî bike, di heman demê de wê pêşî li lîstikên komplokeran û komkujiyên nû bigirin. Bang li tevahiya jinên Kurd dikim, ku di kesayetiyavan rêhevalan de bi dilsoziya bîranîna şehîdên Kurdistanê re yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîni. Em sala 2015’an bikin sala azadiya Rêbertiya me û hemû jinan.”
ANF/BEHDÎNAN