
´Hêzên navnetewî li pişta wan in´
Botan destnîşan kir ku DAIŞ ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye avakirin û got, “Em nikarin bêjin ev ne komek an jî dewleta Îslamî ne. Hin hêzên navneteweyî li pişt vê yekê ne. Di warê rêxistînî, qezençkirina kadroyan de destekê ji van hêzan digire û ji aliyê wan ve tê destekkirin. Em dikarin bêjin DAIŞ bi serê xwe weke komeke çete ye. Lê çeteyan jî hin qûralên xwe hene. Ev xeterî li herêmê her ku diçe berfireh dibe. Ber bi Tirkiyeyê ve jî tê. Top li ber deriyê Tirkiyeyê jî. Ger sibe Hewlêr, Kerkûk bikevin, Tirkiye jî dê bikeve. Ji ber ku di warê hevsengiyên siyasî û aborî de bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê jî divê hêzên navneteweyî yên ku xwe weke parêzvanên mafê mirovan dibînin, bi awayeke lez tevbigerin.”
´Em parêzvanên gel in´
Fermandara YJA-Starê Sîdar Botan ragihand ku li hemberî van êrîşan PKK li ber xwe dide û li her derê gelê xwe diparêze û wiha berdewam kir: “Lê ev mijar tevahiya herêmê eleqeder dike. Divê rê û rêbazên çareseriyê bên peydakirin. Tenê bi şer û çekan ev yek çareser nabe. Ji ber ku pêvajoya piştî şer jî heye. Divê amadekariyên vê pêvajoyê jî bêne kirin. Ev mijar mijareke navneteweyî ye û divê dest bidin destê hev. Em li ser daxwaza gelê xwe hatine Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr). Me weke Hêzên Parastina Gel ji bo gelê xwe sozek daye. Ji ber vê jî li ku derê xeteriyek li ser gelê me hebe, em dê li wê derê bin û gelê xwe ji êrîşan biparêzin. Li Mexmûrê jî berxwedaneke xurt çêbû û fedekariyeke mezin hate kirin. Li vê derê ya baş ew bû ku me zû mudaxele kir û me nehişt weke li Şengalê komkujî li dijî gelê me pêk bê.”
´Hêza parastina netewî´
Botan behsa diyaloga di navbera hêzên Kurd de kir û ji bo Rojhilata Navîn taybet jî ji bo gelê Kurd neçariya xwe parastinê wiha rave kir: “Niha di navbera hêzên Kurd de diyalog hene, parastineke hevpar heye. Em tevî pêşmergeyan axa xwe diparêzin. Niha ew jî di nava hewldanekê de ne û dixwazin hevgirtineke xurt çêbibe. Lê divê ev yekitî û hevgirtin were xurtir kirin. Ev demek dirêje ku tevger û Rêbertiya me mijara parastina rewa û xweparastinê xistiye rojeva me. Ev yek ji bo kadro û civakê jî pir girîng e. Di vî warî de pêşketin jî çêbûn. Lê mixabin li hin cihan xwerêxistinkirina gel bi taybet li cihên mîna Şengalê ku piraniya şêniya wê ji gelê me yê Êzîdî pêk tê, lewaz e. Li cihên weke Şengal û deverên din ên Başûrê Kurdistanê di warê xweparastinê de lewazî hene. Rêbertiya me hişyariya komkujî û karesatên mezin pêk bên kiribûn. Jixwe gava em li rewşa îro dinêrin, em dibînin ku pêwîstiya hemû Rojhilata Navîn bi xweparastinê ye. Bi kurtî parastina cewherî li herêmê pêwîstiyeke neçarî ye. Bi taybet divê jinên Kurd xwe di vî warî de bi rêxistin bikin.”
´Çareserî yekîtî ye´
Sîdar Botan bal kişande ser Kongreya Neteweyî û destnîşankir ku, ger Kongreya Neteweyî pêkhatiba komkujiya Şengalê jî rû nedida. Botan got: “Mijareke girîng a ku di rojeva gelê Kurd de ye, Kongereya Neteweyî ye. Rêber Apo ji bo vê yekê gelek hewl da. Heta ji bo vê yekê pêngav jî hatin avêtin, lê di pratîkê de pêk nehat. Ger kongre pêk bihatiba, gelê me yê Êzîdî li rastî van komkujiyan nedihat, Mûsil nediket, îro gelê penaber ê Mexmûrê dîsa penaber nedibû. Divê kongre teqez di demeke zû de pêk bê. Hêzên leşkerî tenê dikarin heta cihekê têkoşînê bimeşînin. Şerê ku em dimeşînin di xizmeta siyasetê de ye. Ji ber wê jî divê siyaseteke neteweyî û rast bê meşandin. Divê Kurd di warê navneteweyî de xwedî helwestek bin. Heta kongreya neteweyî pêk neyê êrîşên li ser hemû Kurdan dê berdewam bikin.”
´Ji gerîlayên jin ditirsin´
Sîdar Botan da diyarkirin ku, çeteyên DAIŞ’ê ji gerîlayên jin ditirsin û anî ziman ku, “Ev yek rast e. Lê ne tenê ji gerîlayên jin ditirsin, ji pêlavên gerîlayan jî ditirsin. Ev yek xwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de da der. Di wê demê de çeteyên DAIŞ’ê digotin “bila yên pêlav sor (Mekap-markaya pêlavên gerîlayan) neyên kî tên bila bên, li dijî me şer bikin. Lê li gorî zîhniyeta paşverû ya DAIŞ’ê ger jinek wan bikujin, ew dê neçin bihuştê. Lê ez jî dixwazim vê bêjim, li gorî ola Îslamê yên ku mirovên sivîl û bê guneh bi awayeke hovane bikujin, ser jê bikin, dê biçin dojehê (cehenem). Ev 23 sal in ez di nava refên gerîlayên azadiyê de têdikoşim. Ji ber komkujî û kiryarên DAIŞ’ê anîne ser jinan, ji ber zilma li jinan dike, ti carî nefreta min ewqas mezin nebûye. Ev kîn û nefreta mezin di dilê hemû jinan de çêbûye. Emê tola jinan ji çeteyan hilînin.”
ANF/MEXMÛR