Kobaniyên ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatin navçeya Kirikhan a Hatayê bi cih bûn berxwedana jiyanê didin meşandin. Malbatên li Kirikhanê rexmê hemû şer û mercên jiyanê jiyana xwe didomînin. Malbatên di konan de dimînin li aliyekê pirsgirêkên nexweşiyê li aliyê din hatina demsala zivîstanê rewaşa wan xerab dike.
Malbatên ji beriya 2 mehan hatin li Hatayê bi cih bûne gelek ji wan rewşa tenduristiya wan ne baş e, gelek Kobanî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine birîndarkirin jî di konan de dijîn. Kobanî yên ji ber şer û pevçûnên li ser êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê ji Kobanê hatin Pirsûsa Rihayê ji wir jî hatin li Hatayê bi cih bûn bi bedela 15 TL di zeviyên pembû de dixebitin, zarokên 10 salî jî bi awayek bê pere didin xebitandin. Kobanî yên niha pêwîstiyên wan yên elektirîk û avê heye ji aliyê xwediyê pembû ve tê dayin. Kobaniyan diyar kirin ku ger di zeviyan de pembû xelas bibe jî wê bê av û elektirîk bimînin. Li konbajar 32 kon hene, li van konan ji nêzî 500 kesê dijîn ji derfetên dewletê sûdê wernagirin.
Li cihê malbatên Kobanê dijîn li nêzî bajar kîlometreyek şûnde wargeha AFAD’ê ji bo sûriyeyiyan ava kiriye heye. Dilnizmiya hikûmet nîşanî sûriyeyiyan dike nîşanî welatiyê Kobanê nake.

‘Ji bo em Kurd in me di qewirînin’

Welatiyê Kobanê yê bi navê Abdullah Vahap (55) anî ziman ku ji bo em Kurd in me di qewirînin, Vahap bi lêv kir ku piştî çeteyên DAIŞ’ê ketin Kobanê dikan û malên wan wêrankirin e. Vahap diyar kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê em ji Kobanê derbasî Pirsûsa Rihayê bûn ji wir hatin Hatayê bi cih bûn, zarokên me yên li Kobanê mayîn li hemberî çeteyên mirinê DAIŞ’ê şer dikin, em benda tune kirina çeteyên DAIŞ‘ê ne. Welatiyê bi navê Gul Vahap ê bi birayê xwe Îbrahîm re hatiye herêmê diyar kir ku di xewnên me yên şevan de jî tunebû em werin Tirkiyeyê.

Welatiyê bi navê Salihe Ebdo jî derbirî ku tenê hêviya wan YPG/YPJ ye. Piştî çeteyên hov DAIŞ were paqij kirin em ê vegerin welatê xwe.

DÎHA/HATAY