Di rojnameya Emerîkî New York Timesê de nûçeyeke berfireh li ser siyaseta Emerîka ya li ser Mekanîzmaya Ewlehiyê heye. Di nûçeya Eric Schmitt de, tê gotin, Pentagon plan dike ku 150 eskerên din bişîne “Bakurê Sûriyê” da ku di dewriyeyên Mekanîzmaya Ewlehiyê de cih bigirin. Rojname vê yekê weke “Demkî betalkirina biryara vekişîna ji Sûriyê” ya Trump bi nav kir.

Rojname piştî ku cih dide gotinên wezîrê karê derve yê dewleta Tirk a êrişkar Mevlut Çavuşoglu yê ku Mekanîzmaya Ewlehiyê weke kozmetîkê bi nav dike, bersiva Brett Mc.Gurk a bi e-mailê li ser mijarê parve dike ku di dawiyê de wiha hişyar dike: “Weke pirraniya tiştan van rojan li Sûrî, wisa xuya ye ku em hedefên siyasetê mezin dikin, lê di bin rêveberiya serokekî (Trump) de ku dixwaze çavkaniyan kêm bike û ji wir veqete. Li cihê ku hedef û amûr (çavkanî) hev negirin, ya ku piştre diqewime bi pirranî bibinketin e.”

 

NEW YORK