Berdevka Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê Morgan Ortagus da xuyakirin ku ew ji ber meseleya S-400´an li ser alternatîfê difikirin. Ambargoyên Emerîka difikire li dijî Tirkiyê bi kar bîne wê di çarçoveya CAATSA´yê de ye. Jixwe wezareta karê derve ya Emerîkayê jî ev yek destnîşan kir. CAATSA (Bi Rêya Ambargoyan Têkoşîna Emerîkayê Li Dijî Dijminan) li dijî dewlet û rêxistinên weke dijmin tê bi kar anîn. Serokê Emerîkayê Dunald Trump doh eşkere kir ku ew ê balafirên F-35 nefiroşin dewleta Tirk. Lê Trump der barê ambargoyên din de agahiyên zêde nedan.

CAATSA çi ye?

Baş e, ev belgeya parastinê ya Emerîkayê bi navê CAATSA´yê di nava xwe de kîjan ambargoyan dihewîne. Bi gotina rayedarê Emerîkayê her kesê zanibe li google binêre dikare 12 xalên sereke yên CAATSA´yê bibîne. Serokê Emerîkayê neçare ji 12 xalan 5´an hilbijêre. Em piçekî li naveroka xalan binêrin: Li gorî vê; di çarçoveya ambargoyê de desteka bankeyan a ji bo kes û saziyan tê qutkirin. Ruxseta îxracatê ya tekonolojî û mal nayê dayîn. Nikarin ji saziyên malî yên Emerîkayê kredî tedarik bikin. Nikarin bi bankeya navendî ya Emerîkayê re kar bikin. Nikarin beşdarî îhaleyan bibin. Bi dovîzan nikarin kar bikin. Di warê malî û bankeyan de wê nikaribin transefera krediyan bikin. Kes û saziyên di çarçoveya ambargoyê de wê nikaribin bikevin Emerîkayê.

Çawa tê pêkanîn?

Serokê Emerîkayê heta 6 mehan dikare kes an jî saziyê muaf bibîne û dikare vê careke din pêk bîne, lê wekî din ev jî diqede. Bêguman divê Kongre jî vê erê bike. Jixwe Konseya Ewlekariya Millî ya Emerîkayê wê bicive ka Tirkiyê di çi astê de bi Rûsyayê re di nava têkiliyên istixbarî de ye. Eger Kongre bigihîje wê baweriyê ku dewleta Tirk sînor derbas kiriye, hingê wê ji bo hin ambargoyan pêşniyaran li serokê Emerîkayê bike. Serokê Emerîkayê biryarnameyekê amade bike û pêşkêşî kongreyê bike. Ji bo vê demeke diyar nîne. Lê kengî biryarname qebûl bibe wê biryarname were pêkanîn.