Ajansa Associated Press pêr ragihandinbû ku wan belgeyeke Emerîkî ya derbarê nexşeriya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê de bidest xistiye. Di belgeyê de bernameya Emêrîka de, gavên Qonaxa Dema Derbasbûnê (19 mehan) ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, hatine rêzkirin.


Komîteya ewlekariyê ava dikin

Li gorî belgeya bernameya Emêrîka dawiya vê mehê (Çile) danûstandinên di navbera rejîm û muxalefetê de wê dest pê bikin. Di meha Nîsanê de ji rejîm û muxalefetê komîteyeke ewlekariyê ava bikin. Di belgeyê de tê gotin ku komîte efûya gîştî radigihîne û girtiyên li gel herdu aliyan wê bên berdan. Dîsa di belgeyê de tê gotin ku piştre, desteya Hikûmeta Dema Derbasbûnê tê avakirin.


Meclîsa Gel a Sûriyeyê tê betal kirin

Li gorî belgeyê di meha Gulanê de Perlemantona Sûriyeyê (Meclîsa Gel a Sûriyeyê) tê betal kirin û yekser Meclîseke zagonsaz a demkî wê bê avakirin. Di belgeyê de tê ragihandin ku, di ve navberê de Meclîsa Ewlekariyê, bi Desteya Veguhezandinê itîraf bike û Kongreya lihevanîn û avakirinê bê lidarxistin.

Li gorî belgeyê di dema di navbera Hizêran û Kanûnê de destûra nû ya welat tê sazkirin û di Çileya 2017’an de jî ev destûrê têkeve dengdanê.


Desteya Dema Derbasbûnê dikeve dewrê

Di belgeyê de li gorî bernameya Emerîka di Adara 2017’an, Serokomarê Sûriyeyê Beşar El-Esed û desteya nêzî wî ya desthildar wê ji erka xwe bê xistin û Desteya Dema Derbasbûnê dikeve dewrê û dikare hemû peywirên birêvebirina welat bi cih bîne.


Hilbijartin tên lidarxistin

Dîsa di belgeyê de tê ragihandin ku Tebaxa 2017’an hilbijartinên parlamen û serokatiya welat tên lidarixistin û hikûmeteke nû wê bê sazkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya demekê li Viyanayê 17 welatên cîhanê Rûsiya, Emerîka û rêxistinên navnetewî mîna Neteweyên Yekbûyî û Konseya Erebî di nav de, li ser nexşeriyeke çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi riya siyasî li hev kirin. Di wê nexşeriyê de ew ê qonaxa dema derbasbûnê di nava 6 mehan de pêk bihata û di Tebaxa 2017’an de hilbijartinên serokatî û parlametê li dar biketina. 


 NAVENDA NÛÇEYAN