Emîrê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) yê bi navê Ebû Umet Elah El-Mesrî di pevçûnên li herêma Ezaz a Helebê ku di navbera hêzên YPG’ê û DAIŞ’ê qewimîbûn hatiye kuştin.

Di hin malperên civakî yên nêzî DAIŞ’ê de nûçeya kuştina yek ji emîrên DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Eumet Elah El-Mesrî hate weşandin. Di nûçeyê de hate gotin ku di pevçûnên li herêma Ezaz a Helebê ku di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên DAIŞ’ê de qewimîne yek ji emîrên DAIŞ’ê hatiye kuştin.

Pevçûnên li Efrînê dewam dikin

Li Gundê Qestel Cindo ya Efrtînê  pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de  didomin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin pevçûnên li gundê Qestel Cindo ya Navçeya Şera ya Efrînê ku di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên DAIŞ’ê qewimîne didomin. Hate hînbûn ku pevçûnên ku bi çekên giran şêva din qewimîne heta doh saetên sibê dom kiriye. Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahiyên zelal ne hatine bidestxstin.
Li aliyê din jî komên çekdar ên DAIŞ’ê di êrîşên xwe yên li dijî gundê Qestel Cindo de hawan, tang û çekên giran bikar tînin. Hate gotin ku 7 topên hawanê û topeke tangan li zeviyên derdora gund ketin û di encamê de şewat li derdorê derket. Hate gotin ku şervanên YPG’ê bi lez û bez agirê li derdorê vemirandine.
Li aliyê din jî çavkaniyên nêzî hêzên YPG’ê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê hêza xwe ya li aliyê Meerîn zêde kirine û gelek çek û cebxane  anîne herêmê.
 
Zarokê 7 salî jiyana xwe jidest da

Du topên li bajarê Efrîn ketin û di endamê de zarokî jiyana xwe jidest daye û yek jê zarok 3 kes birîndar bûne. Îro saet di 12.00’an de 2 top li bajarê Efrîn ketin. Hate gotin ku di encamê de zaroke 7 salî jiyana xwe jidest daye û zarokek û 2 kesên din birîndar bûne.
Komên çekdar ên DAIŞ’ê ev demeke êrîşî herêmên di navbera Ezaz û Efrînê de dike û dexwaze herêmên Efrîn dagirbike. Hêzên YPG’ê bersiva êrîşan didin.

EFRÎN




Dewreya nû ya şervanên YPG’ê destpê kir

Li Akademiya Şehîd Xebat ya YPG’ê li herêma Dêrikê, dewereya nû ya perwerdeyê dest pêkir. Li Akademiya Şehîd Xebat ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Dêrikê, ji bo berendamên nû yên YPG’ê dewreya perwerdeyê dest pêkir.dewre bi tevlîbûna 13 berendamên nû destpê kir. Rayedarên dewreya diyar kirin ku dewre dê 15 rojan bidome û di nava van 15 rojande dê berendam li ser bikarnîna çekan, planên leşkerî, parastin û zanyariyên ramyarî de bêne perwerde kirin. Çav li rêye ku hemû endamên nû piştî perwerdeyê liherêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bêne erkdar kirin.

DÊRIK