
Li navçeya Cizîrêya Şirnexê doh danê sibehê saet di 06:40 de li hemberî Midûriyeta Hêzên Polîsan bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hat lidarxistin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de tîmên taybet, îstîxbarata emniyetê û midûriyeta hêzên çewîk de bi dehan polîs hatin kuştin.
Hawara hemû xebatkarên tenduristiyê xwestin
Di teqînê de li gel avahiya Navenda Hêzên Çewîk a Cizîrê 3 avahiyên welatiyan yên nêzî teqînê jî hileweşiyane. Piştî teqînê bang li hemû xebatkarên tenduristiyê hat kirin ku werin nexweşxaneyê. 2 helîkopter û balafira ambulans hat Malefirgeha Şerefettîn Elçî. Piştî teqînê hêzên dewletê hemû têketin û derketinên Cizîrê girtin û ji ber vê yekê bi kîlometreyan kerwanê wesayîtan çêbû. Li devera teqînê û tevahiya bajêr tevgera hêzên dewletê di asta herî jor de ye.
Qedexeya weşanê
Dewleta Tirk ji bo hejmara kuştiyên xwe veşêre, weşandina çalakiya li Cizîrê ‘qedexe’ kir. Saziya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK), bi fermana Serokwezaretiyê, weşandina çalakiya li Cizîrê ya li hemberî hêzên dewletê hat kirin, ‘qedexe’ kir.
ŞIRNEX
HPG: Çalakî bersiva tecrîdê ye
HPG’ê da xuyakirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Cizîrê çalakiyek fedaî ya ku bi dehan polîs hatine kuştin li dar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got; “Ji ber tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo û ti agahî ji Rêbertiya me nayê girtin, ji hêla tîmek me ya fedaî li Cizîrê çalakiyek berfireh ku bi dehan polîs tê de mirin, hate lidarxistin. Detayên têkîldarî vê çalakiyê wê sibehê werin parvekirin.”
ANF/BEHDÎNAN