Emrê bi hunerê derbasbûyî

Haberleri —

Delîla Hena (68) ji pêkhateya Asur hezker û hostaya hunera karê destaye. Delîlayê diyar kir ew li gundê Qebir Şamiya Til Temirê ji dayik bûye û got ku ew ji 15 saliya xwe û pê ve dest bi karê hunera destan kiriye. Delîlayê anî ziman ku hîna ew zarok ji ber rewşa aboriyê neçar dimînin biçin bajarê Qamişloyê û got: “Min li wir dibistana seretayî û navîn qedand. Di 15 saliya xwe de tevî hevalên xwe yên Kurd, Asur û Ereb hînî karê hunera destan bûm.”

Debara xwe pê dike

Delîlayê bilêv kir ku bi hînbûna karê hunera destan re ew fêrî çandê gelê din jî bûye û wiha berdewam kir: “Dema ku hevalên min yên Kurd û Suryan ev xebat dikirin, min jî dest pê kir. Piştî zewacê jî min dev ji karê xwe berneda. Min gelek pêdiviyên zarokên xwe wiha peyda kirin. Min çerşef ji kurê xwe yê mezin re çêkir, niha jî kurê min bi temenê xwe 50 salî ye. Min di şahiyan de cil jî ji keçên xwe re çêdikirin. Makîneya min a dirûtinê jî hebû û min dirûn jî dikir. Wê demê heftiyê du-sê şahî hebûn, min û keçê xwe jî di heftiyê de cilek dida pêşiya xwe çêdikir û rengekî xweşik didayê.”

Ev 50 sal e ku dihilberîne

Delîlayê da zanîn ku ew naxwaze berhemên xwe bifiroşe û got: “Min nedixwest ku bifroşim, ji ber ku çanda gelê Asur bû. Tiştê ku mirov bi destê xwe amade dike baştir e ku mirov bistîne. Heya roja îro min parastina van amûr û berhemên ku beriya 50’î salî min amadekiribûn, dikim. Ez pir ji tiştên kevnare hez dikim. Bi taybet yên ku min bi xwe çêkiribin. Min herdû keçên xwe jî fêr kirin, ji min jêhatîtir derketin di vî karî de. Min dixwest hemû tiştên ez dizanim fêrî zarokên xwe jî bikim.” 


TIL TEMIR


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.