Meta Fat a Mala Hesenî Mastagan ev 40 sal in li Elmanya ye lê dev ji hunerê xwe bernedaye. Wê nekarî tevna xwe bîne Elmanyayê, lê ji benên rîsî gore, tûrik û bandan bi rengên Kurdî çêdike, dide malî, heval û cîranan.
FIRAZ BARAN / KÖLN
Li Anatolya Navîn bi sedan gundên Kurdan hene. Ev gund li bajarên Konya, Enqere, Kirşehîr, Yozgat û Kayseriyê ne. Ev bi sedan salan e ku Kurdên me li çiya û deştên van bajaran Kurdistanêke biçûk ji xwe re çêkirine. Mînak li Enqereyê 102 gundên Kurdan hene. Ziman û çanda xwe jî ji bîr nekirine.
Fat a Mala Hesenî Mastagan jî yek ji wan Kurdên me ye ku malbata wan beriya bi 200 salan ji Meletî çûye Anatolya Navîn û li wir bi cîh û war bûye. Meta Fat ji gundê Kirkisrakê ye ku ser bi Sariza Kayseriyê ye. Emrê wê ji 80 salî bihuriye û ev 40 sal in ku li bajarê Elmanyayê Kolnê dimîne. Çar law û çar keç anîne dine.
Meta Fat li gund bi tevnê xalî û berr çekirine. Ew şagirta dayîka xwe bûye. Dibêje, “Dema ez biçûk bûm, dayîka min û hevalên xwe ne tenê xalî û berr herwiha kinc jî çêdikirin û difirotin.”
Tevn çû ma neqş
Wê demê benên risinî (rîsî) bi xwe çêdikirin û reng jî wan bi xwe derdixistin. Meta Fat dibêje, “Xwezayê ew boyaxên cuda didan me. Benê hevrîşm jî me dikirî. Û wisa me xalî, berr, merş û kinc çêdikirin.”
Meta Fat sala 1979´an hatiye Elmanyayê. Li vêderê tevn tineye. Lê neqş evînek e ji bo wê. Ew benên cuda dikire û di nava mala xwe de goreyên risinî (rîsî), ji bo serê jinan û dîwaran benên dirêj û dîsa ji bo zarokên xwe heybeyan çêdike. Hevalên zarokan û cîranên wê jî jê van tiştan dixwazin. Ji bo wan jî çêdike. Lê nafiroşe, weke xelat dide, diyarî dost, heval û cîranan dike. Ew ji bilî karê xwe, bi şev van tiştan çêdike.
Bi van tiştên dihûne, dîwar dixemilin, rengên ji çanda Kurdî ji xwe re hembêzekê peyde dikin.
Ji neviyan re Kurmancî û Kirmanckî
Carekê di nav mehekê de sed gore, patîk û bandên dirêj çêkirine. Dibêje, “Wek evînekê bû. Her tim di destên min de ben hebûn. Tarî diket ber çavên min. Lê min dîsa jî dev jê bernedida.”
Meta Fat her tim bi neviyên xwe re Kurdî diaxive. Wek mînak neviyê wê Rûmet Alxas bi gelek zimanan dizanê, lê bi Kurdan re tenê Kurmancî û Kirmanckî diaxive. Rûmet dibêje, “Mamosteya min dapîra min e.”
Gund û Zozanên Kirkisrakê
Kirkisrak bi giştî 14 gund in. 12 gund giredayî navçeya Sarizê, dû gund jî giredayî navçeya Pinarbaşiyê ne. Li Ewrûpayê jî tenê li bajarê Londonê pênc hezar xelkê Kirkisrakê dimînin. Li vî bajarî komal û kovarên wan jî hene. Gundiyê Meta Fat, Haydarê Perîşan navê gund û zozanên Kirkisrakê ji bo me dijimêre:
"Gundên Kirkisrakê: Boston Beli, Dî Gir, Karron, Mamikon, Nolê Êş, Nolê Qumik, Oxikon-Kulikon, Qalon, Qoliyon, Qilacixon, Qulûton, Quloziyon, Şêxon, Virrîngon.
Zozanên Biharê: Çondir, Guwece, Gûrlek, Kaniya Dirêj, Kevirî Reş, Nalê Hirçe, Qawox, Qoyîn Dede û Yon Yurdu.
Zozanên Havînê: Kartê Bodike, Kartê Qawirme, Qir, Qoton, Qomanê Gir, Qomanê Qiçik, Xodê Gir, Xodê Qiçik, Yeli Yurd, Yoxilcê Gir, Yoxilcê Qiçik."