
Komîseriya Bilind a Hijbijartinan, di civîneke çapemeniyê de encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên hersê herêmên Bakurê Sûriyê (Cizîr, Firat û Efrîn) ku 1’ê Kanûna 2017’an hatin lidarxistin, eşkere kir.
Di civîna çapemeniya ya li navenda Meclîsa Rêveberiya Xweseriyê ya li bajarê Amûdê ku gelek ji dezgehên ragihandinê lê amade bûn, Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê Emîne Hisî û Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Cizîrê Izedîn Ferhan daxuyaniyeke nivîskî da. Her wiha Hevseroka Komîseriya Bilind a Hibijartinan a Herêma Cizîrê, Rûken Mela Îbrahîm û Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê, Şahîn Elî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Cara yekê di dîroka Sûriyê de
Bi daxuyaniyê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan got, bi baweriya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê ji bo rûniştandina sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê wekî çareseriya herî guncaw piştî aloziya 7 salan, qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk, pêk hatine û wiha dewam kir: “Hilbijartinên rêveberiyên herêmî (navçe, bajarok û kanton) 1’ê Kanûna 2017’an li hersê herêman Bakurê Sûriyeyê pêk hatin. Welatiyan danê sibehê berê xwe da sindoqên hilbijartinan û dengê xwe bi kar anî. Wan bi vê yekê wekî cara yekê di dîroka Sûrî û Rojhilata Navîn de gotina xwe bi awayekî azad, zelal kir.”

Meclîsên herêm, bajar û şaredariyan
Li gorî daneyên kîmîseriyê eşkere kirî, rêjeya beşdariya di hilbijartinan de ji sedî 69 e. Kite bi kite kê, yan jî kîjan lîsteyê li ku çend deng û kursî bi dest anîne jî wiha ye:
* Herêma Cizîrê
Lîsteya Neteweya Demokratîk bi 2902 namzetan 2718 kursî bi dest xistin.
Lîsteya Hevbendiya Niştîmaniya Kurd bi 99 namzetan 40 kursî bi dest xistin.
Kesên serbixwe 268 bûn 144 ji wan di hilbijartinan de bi ser ketin.
* Herêma Firatê
Lîsteya Neteweya Demokratîk bi 954 namzetan 847 kursî standin.
Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê bi 124 namzetan, 40 kursî bi dest xistin.
Kesên serbixwe 95 bûn û 67 ji wan bi ser ketin.
* Herêma Efrînê
Lîsteya Neteweya Demokratîk bi 1175 namzetan 1056 kursî bi dest xistin.
Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê bi 197 namzetan 72 kursî bi dest xistin.
Lîsteya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê bi 48 namzetan 8 kursî bi dest xistin.
Kesên serbixwe 86 bûn û dikarîn 40 kursiiya bi dest bixin.
Heta sê rojan mafê îtîrazê heye
Komseriya Bilind a Hilbijartinan malavahiya her kesa xwedî ked kir û got, “Nexasim desteyên perwerde, hîndekarî û hêzên parastinê cihê malavahiyê ne. Em malavahiya dezgehên ragihandin û çapemeniyê jî dikin ku xebatên hilbijartinan ji destpêkê hetanî dawiyê şopandin û parve kirin. Ji mafê hemû lîste û namzetên serbixwe ye ku ji niha hetanî 3 rojan li ber encamên hilbijartinan rabin.” Bi vê yekê namzetên serbixwe û lîste wê karibin li ber encamên eşkerekirî rabin û mohleta wan ji bo vê bi temamî sê roj in ku îro û sibe jî digire nav xwe.
ANHA / QAMIŞLO