Hêzên Ked û Demokrasiyê li Mêrdînê êrişa polîsan a li dijî zarokên Nisêbînê protesto kir. Polîsê dewleta Tirk li Nisêbînê bi çekan bera ser pişta zarokê bi navê B.E. dabû. Platformê bi daxuyaniyekê xwest polîs bê girtin. Hevberdevka HDP'ê Ebru Gunay jî got, "Ev bûyer encama dijminantiya AKP’ê ya li dijî gelê Kurd e."
MÊRDÎN