Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku li gel ‘agirbestê’ jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe didomînin. Di daxuyaniyê de encama êrişa dagirkeriyê ya roja 12’an hate eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê:

20´ê Cotmehê, komên çete yên artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya balafirên keşfê û balafirên şer hewl da li xetên gundê Menacir ê li başûrê Serêkaniyê û her wiha li gundewarên li rojhilatê Serêkaniyê êriş bike.

Hêzên QSD´ê di çarçoveya parastina rewa de bi heman awayî bersiv dan van êrişan û di encama şerekî demkurt de 3 çete hatin kuştin û 2 wesayitên zirxî hatin rûxandin.

Herêma Firatê

Komên çete yên artêşa Tirk bi piştgiriya balafirên şer, balafirên keşfê û çekên giran êriş birin ser gundên bakurê Eyn Îsa û Çelebiyê. Hêzên QSD´ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan hemûyan dan. Li gundên Webdê, Kafiya û Wasta şerekî giran qewimî. Di şer de hejmarek ji çeteyan hat kuştin û birîndar bûn.

Di şer de bi kêmanî 3 çete hatin kuştin, gelek birîndar bûn û 3 panzer hatin rûxandin.

Her wiha 6 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, 9 hevalên me yên ku berê pêwendiya me bi wan re qut bibû jî hat zelalkirin ku şehîd bûne. Her wiha 21 hevalên me jî brîndar bûn.”

Dewleta Tirk li Grê Spî komkujî kirin

Ji bilî vê, çeteyên dewleta Tirk îro (21.10.2019) êrişî gundên Xirbit el Beger û Kor Hesen ên li başûr rojavayê Girê Spî kirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Dadata yê rojhilatê Girê Spî komkujiyek pêk anî. Her wiha çeteyan milkên şêniyên gundê Um Kabir ê bakurê Eyn Îsayê piştî koçberkirina şêniyan, desteser kirin.

Topavêtina gundên Eyn Îsayê jî dewam kir.

 

QAMIŞLO