
Siyasetmedar û Rewşenbîr Dr. Fayiq Gulpî diyar kir ku komkujiyên Helebce û Şengalê, di encama polîtîkayên şaş ên PDK’ê de pêk hatin. Gulpî got: “Ev ferasta Kurdên teslîmkar û xwe-difroşên dagirkerên Kurdistanê ye.ʺ
Siyasetmedar û Rewşenbîr Dr. Fayiq Gulpî ku bi xwe jî yek ji malbatên ji komkujiya Şengalê rizgar bibû, bersiv dan pirsên ajansa me (ANHA) yên derbarê sedemên qewimîna komkujiya Helebceyê û sînaryoya wê ya dûbarekirî ku di roja îro de pêk tên. Li ser mijarê Gulpî pirsên me bersivandin…
Helebce niha di 29ʹemîn salvegera xwe de tê bîranîn. Şaştiyên polîtîkaya Kurdan ku bûn sedema Helebceyê çi bû?
Keraseta Helebce ji ber 2 sedam çêbû, yek ji wan hundirîn û yek ji wan ji derve bû. Ya derve ew bû ku, rejîma Baasê dixwest li Iraqê welatek tek-netewe ava bike. Armanc dikirin gelê Kurd di nava ereban de tune bikin an jî bê îrade bihêlin û bikin Baasî. Lewra li herêmê polîtîkayên ereb-kirinê pişaftinê bikar anîn. Wê demê li firseteke ku tê de Kurdên li hember xwe tune bike, digeriya.
Sedema hundirîn jî ew bû ku, di dema şerê Îran û Iraq de aliyên siyasî yên Başûr, ên ku ji bo bi destxistina mafên Kurdan li hember rejîma Baas serî hildabûn, bûn aliyek vî şerî. Ev şaştiyek mezin a stratijîk bû. Li şûna ku ew gelê Başûr biparêzin, wan Îran parastin û xwestin bi Îranê re di hundir xaka Iraqê de li hember rejîma heyî operesyonek leşkerî a hevpar bimeşînin. Ev ji bo rejîma Baasê bû behane ku êrîşî gelê Kurd bike. Di bin navê ‘Kurdan îxanet kirin û wan artêşa Îranê anîne hundirê Iraqê’ êrîşa dijî Helebceyê rewa kirin. Di 16’ê Adara 1988’an de kîmyewî bi ser Helebceyê ve barandin. Esas diyar kirin ku ew bi vê yekê tola xwe ji pêşmerge û Îranê radikin.
Eger karibin binav bikin, PDK û YNK wê demê bi pêşmergeyên xwe, çi rol lîstin?
PDK û YNK du hêzên mezin yê Başûrê Kurdistanê bûn, ji xwe Pêşmergeyên wan jî hebûn. Wê demê li herêma Helebce dan pêşiya pastarên Îranê û ew anîn herêmê. Dema rejîma Saddam bi artêşa xwe hat herêmê, wan gelê herêmê neparast. Berî sala 1988’an pêşmergeyan herêmek li Başûrê Kurdistanê azad kirin. Rejîma Saddam bi çekên kîmyewî êrîşî wê herêmê kir. Divûbû YNK û PDKê bizanîbûna ku di encama polîtîkaya wan dê Seddam bi çekên kîmyewî êrîş bike, diviyabû gelê herêmê biparastana. Herî kêm maskeyek li gel belav bikirina, da ku gel xwe biparêze, ew jî nekirin. Xala din jî, beriya êrîşa kîmyewî, dema gel dixwest ji nava bajar derkeve, pêşmergeyan nehiştin û rêya wan girtin. Bi tenê malbatên berpirsên PDK û YNK’ê ji nava Helebce derketin. Her wiha, dema pêşmerge bi pastarên Îranê re herêma Şarezûr û Helebce girtin, tu çekek li hember balafiran bê bikaranîn li herêmê bicih nekirin.
Dîsa tiştek balkêş e yek pêşmerge jî li Helebce şehîd nebû. Dema êrîşan pêşmergeyan maskên xazê danîn û dema erîşan derketin derveyî herêmê. PDK’ê bi siyaseta xwe tu hesabek ji gel re nekir. Piştî komkujiyê jî çekdarên PDK’ê bi sedan malên gel talan kirin.
Lê Helebce hîna jî wêrankirî ye û qeyrana aborî li wir heye...
Bi destpêkirina şerê birakujiyê re, Helebce jî bû navendek wî. Li cihên din ên Başûrê Kurdistanê piştî sala 1998’an, birakujî hat seknandin, lê li Helebce heye salê 2003’yan jî dewam kir. Her kes salane Helebceyê bibîr tîne, lê di pratîkê de tiştek ji bo Helebceyê nehat kirin.
Gelê herêmê ji polîtîkayên niha yên hikumeta Başûr jî nerazî ye. Piştî Helebce hat kîmyewîkirin, hemû binesaziya wê ya aborî hat tunekirin. Gelê wir feqîrbûneke ne ji rêzê dijî. Lê Hikumetê jî beramberî vê tu tiştek nekir. Her wiha ji sala 1988’an ve heya niha zarokên bi sedan malbatan windayî ne û çarenûsa wan nayê zanîn, lê hikumetê di vê mijarê de jî tu alîkarî neda. Li aliyê din jî hikumetê tu alîkarî neda birîndarên Helebceyê jî. Qaşo biryar girtibûn ku ji bo birîndarên kîmyewî nexweşxaneyek taybet bê vekirin, lê ew jî pêk nehat.
Di fermana 2014’an a Şengalê de jî pêşmergeyên PDK’ê ji herêmê reviyan û gel ji hovîtiya DAIŞ’ê re hiştin…
DAIŞ xwedî heman hişmendiya Seddam bû. Dikarim bêjim ku DAIŞ, Baas û Seddamê duyemîn ê herêmê ye. Di roja îroyîn de jî, di encama siyaseta PDK’ê li Şengalê komkujî pêk hat. Divyabû li hember êrîşên DAIŞ’ê, PDK Şengal biparasta. Lê çewa ku Helebce neparast, Şengal jî neparast. Komkujiya Şengal ji ya Helebce xerabtir bû. Bi hezaran jin û zarokên Êzîdî hatin kuştin û wek koleyan hatin firotan. Lê kesên ev tewan pêk anîn nehatin lêpirsînkirin. Ev jî rastiya siyaseta PDK’ê dide nîşandan. Dide diyarkirin ku çawa hişt li Helebceyê komkujî pêk bê. Li Şengalê jî hişt ku komkujiyek bê kirin. Armancek taybet a PDK’ê ji vê hebû.
Ji xwe çend rojan berê PDK’ê bi alîkariya çek, lojistîk û çekdarê Tirkiyê, li gel komek ji çeteyên DAIŞ yên ku li Şengalê komkujî kiribûn, êrîşî xwepêşandanek sivîl a êzîdiyên Şengalê kir. Bi vê carek din dixwazin Helebceyek din li Şengal dûbare bikin.
Feraseta van polîtîkayan çi ye?
Li pişt van siyasetên ku komkujiyên li Helebce û Şengal pêk tînin ferastek heye. Ev ferasta kevin a beşek Kurdên teslîmkar û xwe-difroşên dagirkerên Kurdistanê ye.
Çewa Seddam Husên li dijî Kurdan gelek komkujî pêk anîn. Îro jî AKP’ê ku feraseta MHP dimeşîne, li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dike. AKP jî bi alîkariya PDK’ê êzîdiyan wek dijminê xwe dibîne û îradebûna gelê Êzîdî li Şengal wek metirsiyeke mezin li ser xwe dibîne. Ji bo wê AKP’ê dixwaze Êzîdiyên bûna xwedan îrade carek din di komkujiyan re derbas bike. PDK jî wek partiyek teslîmkar, ne-netewî û girêdayî dagirkerên Kurdistane, ji bo xwe bikar tîne. AKP dixwaze çewa Seddam li Helebce kir, li Şengalê komkujiyek din bike. Ji xwe êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengal yên 2014’an bi alîkariya AKP’ê pêk hatin.
Divê Gelê Kurd li hember polîtîkaya dij-Kurd çi bike?
Ez ji gelê Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikim ku gelê Şengal bi riya siyaset, serbazî û dîplomasiyê biparêzin. Weke gelê Başûr em piştgiriya wan dikin. Dixwazin ku bi rêya çalakiyên gel û ragihandinê rê li pêşiya komkujiyên AKP, PDK û ENSK’ê bigrin.
Gelê Kurd divê bereyeke parstinê ava bike. Siyasetek netewî ji bo xwe esas bigre û nekeve xizmeta dagirkerên Kurdistanê. Divê hêzên xwe yên bergiriyê ava bikin û parastina xwe bikin. Ji aliyekî din divê li beramberî van komkujiyan dîplomasiyeke pir-alî bimeşînin.
Dawiyê de jî, dixwazim bal bikişînim ser vê yekê ku piştî 2014’an gelê Êzîdî dîsa bi komkujiyeke din re rû bi rû ye. AKP, PDK û ENKS’ê gelê Êzîdî bi komkujiyek din tehdîd dikin.
NAZDAR EBDÎ / ANHA / SILÊMANÎ