Di meşê de wêneyên Uzun bi wesayîta cenaze ve hate daliqandin. Di meşê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin. Rêveberên BDP’ê, Parlementera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna, Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Hafize Îpek, şaredarên navçeyan û gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de sloganên „Bijî Serok Apo“, „Şehîd namirin“, „Ocalan“ û „Bê Serok jiyan nabe“ hatin berzkirin.    Cenazeyê Uzun piştî bi meşê anîn goristinê bi slgonan hate definkirin.

Li Colemêrgê merasîm

Gêrîlaya HPG’ê Zozan Tolhildan (Rebîa Kaya) ku di şerê li çiyayê Kato de jiyana xwe ji dest dabû bi beşdariya hezaran kesî hate definkirin. Di merasima cenazeyê Tolhildanê de bûyer qewimîn. Polîs bi bombeyên gazê û ava şit êriş dikin jî bi keviran bersiv da êrîşan.

DÎHA/AMED /COLEMÊRG