Cenazeyê Endamê HPG’ê Faruk Barut (Dicle Firat) ê ku di pevçûna 7’ê çile de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dan di 22’yê çileyê de li şuna Emrah Kaya (Kurtay Leşker) bin Colemêrgê û li Goristana Serê Solan hatibû definkirin. Piştî encama DNA’yê hate aşkerakirin cenazeyê li Colemêrgê hate definkirin ayîdî Faruk Barut e. Li ser vê yekê bi malbata Emrah Kaya û Faruk Barut re gelek kes çun goristanê cenaze ji cihê lê hatî definkirin derxistin û anîn Amedê. Cenazeyê Barut piştî li Goristana Yenîkoyê wecîbeyên olî bi cih anîn li Goristana Yenîkoyê hate definkirin.  Di merasîma cenaze de sloganên “Şehîd namirin”, “PKK gele gel li vir e” û “Tekoşîn berxwedan rêya me rêya şehîda ye” hatin berzkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat û sruda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Li ser navê malbata Barut Apê wî Îbrahîm Barut axivî û wiha got: “Hevalê Faruk şehîdê Kurdistanê yê yekmîn nîn e lê hêvî dikim ku dê bibe yê dawî. Serê gelê Kurdistanê sax be.”

AMED